
Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê bi Karûbarên Rojhilata Navîn Steve Witkoff di hevpeyvînekê ligel “Fox News”de got, Vladimir Putin amade ye ku li ser aştiyeke mayînde bi Ukraynayê re li hev bike û şerê sê salan ê bi wî welatî re bidawî bike.
Witkoff diyar kir jî, “Putin daxwaz dike şer bi awayekî daimî raweste, ev jî ji agirbestê wêdetir e. Ez nikarim ji we veşêrim ku demeke dirêj kişand heta ku em gihîştin vê astê.”
Nûnerê taybet ê Trump got jî: “Ez dibînim ku derfetek heye ku têkiliyên Amerîka-Rûsyayê bi rêya hevkariyên bazirganî yên guncayî ji nû ve werin danîn, ku dikare aramiya rastîn bîne herêmê.”
Ji aliyekî din ve, Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov got, hevdîtina Steve Witkoff û Vladimir Putin pir bikêrhatî bû.
Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn Steve Witkoff roja Înê li Saint Petersburgê cara sêyemîn bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re civiyabû.
Pêştir Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn gotibû ku ew amade ye pêşniyara agirbestê bi Ukraynayê qebûl bike, lê bi mercê ku pirsgirêkên ku bûne sedema şer werin çareserkirin. Di heman demê de, divê nakokiyên Ewropa û Rûsyayê li ser bicihkirina hêzên NATO li ser sînor û endametiya Ukraynayê di NATOyê de ji kokê ve werin çareserkirin.