Cîhan
Amerika rasterast çekan rêke Kurdistanê
Nûnerê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de General John Allen got Amerîka bi awayekî rasterast çekan ji Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re dişîne.
General John Allen ku di şerê DAIŞê de şêwirmendê Obama ye di daxuyaniyekê de ji bo Rûdawê eşkere kir ku Amerîka bi awayekî rasterast çekan ji pêşmerge re dişîne.
Allen di çarçoveya sîmînarekê li Desteya Atlantîkê li Washingtonê de pirsa peyamnêrê Rûdawê “Gelo çekên Amerîka diçin balafirgeha Bexdayê û piştre digihêjine Hewlêrê?”wiha bersivanad:
“Na, ew rasterast diçin Hewlêrê.”
Şêwirmendê Obama herwiha got, ew tenê bi razîbûna Bexdayê çekan dişînin, ji ber ew dixwazin Iraq yekparçe bimîne.