Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja çarşem 17.01.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Bret McGurk nûnerê taybetiyê serokê Amerîkayê ji bo şerê dijî DAÎŞê, Andew Pak alîkarê cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê û Dodglas Silêman balyozê Amerîkayê li Îraqê û şandeya bi wan re kir.Di civînekê de ku, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amade bû, şandeya mêvan kêfxweşiya xwe li hember kêmbûna aloziyan û dîdar û civînên erêniyên navbera Hewlêr û Bexdayê de nîşan da û hêvî xwest ku ji bona gihiştin bi encamekî minasin û bi taybetî pirsa balefirxaneyan, miaş û pêdawîstiyên din yên Herêma Kurdistanê, ew civîn berdewam bin û piştgiriya xwe ji bo danûstandinên cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyar kir.Şandeya Amerîkayê tekîd li ser têkeliyên navbera Hewlêr û Waşîngtonê û berdewamikya hevkarî û piştgiriya Herêma Kurdistanê kir û piştgiriya xwe ji bo prosesa siyasî û hilbijartinê li Herêma Kurdistanê nîşan da.Nêçîrvan Barzanî sipasiya rola Hevpeymanan kir ku di salên borî de bi serokatiya Amerîkayê di şerê dijî DAÎŞê de roleke mezin lîst û bi pêdvî zanî Hevpeyman alîkariya Hewlêr û Bexdayê bikin daku ji bona çareserkirina tev asrîşeyan li ser danûstandinan berdewam bin.Serokwezîrê Kurdistanê kêfxweşiya xwe li hember encamên civînên çend rojên dawiyê yên di navbera şandeyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê de ku çend gavên baş ber bi pêş çûne, nîşan da, ev civîn bi gaveke cidî wesif kirin û hêvî xwest civîn bigihin encamekê di berjewendiya Îraq û Herêma Kurdistanê de be.Li dor rewşa navxweyîya Herêma Kurdistanê jî, Serokwezîr diyar kir ku têkelî û diyaloga cidî di navbera aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê de heye û hemû alî dixwazin hilbijartin bên kirin.
Pêş
01/07/2025
Serokê şeredariya Îzmirê yê berê hate binçavkirin
01/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzani û Balyozê Fransayê rewşa deverê nirxandin
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Rojek çarenûsî ji bo CHPê…!30/06/2025