Amerika peyama xwe gihand serokwezîrê Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Robert Stephen Beecroft sefîrê Amerîkayê yê Îraqê kir.
Di civînekê de, rewş û pêşhatên Îraqê, bi taybetî piştî bûyerên Mûsil û kontrolkirina wê wîlayetê û wîlayeta Selahedîn û çend deverên din yên naverast û bakurê Îraqê ji aliyê grûpa terorîstî DAÎŞ ve, herwesa derencam û pêşbînîyên qonaxa bê, gotûbêj kirin.
Her du aliyan tekîd li ser wê yekê kir ku, pirsgirêka îro ya Îraqê verêja siyaset û çewaniya birêvebirina pirosesa siyasyî li Îraqê ye, ji ber hindê çareserkirina vê piroblemê, di dereceya yekem de, divê çareseriyên siyasî bin û operasiyonên serbazî û rûbirûbûnên çekdarî bi serê xwe nikarin pirsgirêkan çareser bikin.
Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê xwe ve, got ku, ji bona vegerandina armî û îstîqrarê bo Îraqê, divê hizira rêyên çareseriyên bi aşitî û siyasyî bê kirin û rewşek li Îraqê dirust bibe ku, hemû pêkhatên civaka Îraqê hest bi hevbeşiya rasteqîne di desthilat û pirosesa siyasiya welêt de bikin û tu pêkhat û aliyî xwe ji derveyî rojev û pirosesa siyasî û desthilatdariyê nebînin.
Di dawiya civînê de her du aliyan tekîd li ser hevkarî û hevahengiya navbera hemû aliyan de ku, bi hev re ji bona ev pirsgirêkne bi timamî bên çarser kirin kar bikin, kir. Divê ev piroblem bi awayekî bê çarser kirin ku, hemû alî hest bi dilrehetîyê bikin û hewil bidin bi lezgînî pirosesa siyasî li ser esasê encamên hilbijartinên vê dawiyê yên Îraqê reorganîze bikin û ji bona ku, kakila pirsgirêkan bizan in û çewaniya şareserkirina wan pêngavên cidî pavêj in.