Polîtîk

Amerika: Kêşeya Iraqê gelek girane

Îro dûşem 08.07.2013 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya Steven Bekiroft Balyozê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerika li Iraqa Federal û şanda li gel kir.

Li destpêka hevdîtinê de Balyozê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerika xweşhaliya xwe ji bo vê hevdîtinê nîşanda û piştgiriya welatê xwe jî ji bo serdana Serok Barzanî ya Bexda û civîna rêzdar ya li gel Malîkî û aliyê siyasiyên dinê Iraqî ragihand û ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Herêm û Bexda, her wiha wan hemû giriftên li nav proseya siyasiya Iraqê da heye bi destpekêkî gelek guncaw zanî. 

Li vê hevdîtinê de Balyozê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerika eve jî veneşard ku kêşe û qeyranên Iraqê gelek giranin û bi hêsanî nayên çareserkirin lê belê li gel ewe jî ev hengava Serokê Herêma Kurdistanê gelek erêniye û dema wê jî li vî derbarî de hatibû ku li ser hinek kêşeyên bingehîn û jêdera qeyrana siyasiyane bête axaftin.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasiya handan û piştgîriya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerika kir û di derbarê serdana xwe ya Bexda de Serok Barzanî behsa ewe kir ku xelk li benda wê yekê ye ku serdan û hevdîtinên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda encam jê derkeve û eger bêt û wekî berê hewl bê encam bê û kêşe wekî xwe bimînin hêvî ji bo çareseriya giriftan kêm dibê. Serok Barzanî serdana xwe ya vê dawiyê û şanda siyasî û hikûmiya Herêmê ji bo nehiştina kêşeyan wekî derfetek zanî û eve jî xisterû ku li civînên li gel Serok Wezîrê Iraqê û aliyê siyasiyên Iraqê li ser berdewambûna guftûgoyan û danîna seqfekî zemenî ji bo guftûgokirina kêşeyan rêkkeftin.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de pêvajoya siyasiya navçeyê û qeyrana Sûriye û jiyan û rewşa koçberên Sûriye li Herêma Kurdistanê xistin ber behs û Balyozê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerika ji bilî balkişandina li ser wê hejmara bilinda penaberên Sûriye ku hatine Herêma Kurdistanê ji bo hewandin û yarmetîdana koçberên Sûriye, destxweşiyê li hewlên Hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê kir.

 

Back to top button