Nakokîyên Îran û Îsraîlê her ku diçe zêdetir dibin û her du alî bi dron û mûşekan baregeh û komên alîgir bombe dikin. Herî dawî Îsraîlê balyozxaneya Îranê ya li Şamê bombe kir û Îranê jî sûnda tolhildanê xwar.
Rojhilata Navîn li ser êgir e, herkes di wê bîr û rayê de he ku wê Îran di demek nêzîk de êrîşî Îsraîlê bike û wê şer herêmî berfirehtir bibe. Ji ber vê, gelek welat di nava tedarik û amadekarîyan de ne. Amerîkayê roja Înê ragihand ku ewê hêzek taybet bişîne Rojhilata Navîn.
Rayedarekî berevanî yê Amerîkî li Washingtonê got: “Em hêzê dişînin herêmê da ku bizavên xweparaztinê yên navçeyî xurt bikin û paraztina hêzên Amerîkî zêde bikin”.
Piştî kujtina efserên Artêşa Pasdarên Şoreşê (Pasdaran) û wêrankirina avahiya konsulxaneya li Şamê, Îranê alozî li herêmê zêde kiriye û bi soza tolhildanê tev digere. Wezîrê Paraztina Îsraîlê Yoav Gallant, di daxuyaniya xwe ya piştî hevdîtina bi Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) General Michael Eric Corella re, ku doh çûbû Tel Avîvê, got ku Îsraîl û DYA li hember Îranê ‘li kêleka hev in’.
Amerîkayê ragihand ku ji ber gefên Îranê yên ji bo tolhildanê, li derveyî herêmên Tel Aviv, Orşelîm û Beerşebabê, qedexeya seyahetê li ser karmend û endamên malbatên xwe yên li Îsraîlê ferz kiriye.
Herweha Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Stephane Sejourne jî bala li Fransiyan kişand ku “Ji seferên Îran, Îsraîl, Lubnan û Filistînê dûr bisekinin”.