Polîtîk

Amerîka girêdayî wê peymanê dimîne

Roja sêşem 20.10.2015 li bajarê Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya General Jozeph Danford Serokê Desteya Erkana Hêzên Hevbeşên Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraq û Matiyas Mîtmen Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek fermande û berpirsên artêşa Amerîka li Iraqê pêkhatibûn.Li hevdîtinê de Serokê Desteya Erkana Hêzên Hevbeşên Amerîka pesna azayetiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li rûbirûbûna terorîstên Da’îş kir û spasî asta baş ya hemahengî û karên hevbeş ya di navbera artêşa Amerîka û Pêşmerge kir û pêzanînên xwe jî ji bo Serok Barzanî ya li serkirdayetîkirina şerên dijî terorîstên Da’îş de hebû. Her wiha tekez jî li wê yekê kir ku welatê wan Herêma Kurdistan û Pêşmerge bi hêza serekî ya şikandina Da’îş û aramiya navçeyê dizanê û şikandina efsaneya Da’îş jî li ser destê Pêşmerge baweriya civaka navdewletî beranber wan hêzan zêdetir kir ku şerê terorîstan dikin. Serokê Desteya Erkana Hêzên Hevbeşên Amerîka eve jî behs kir ku hatiye ji nêzîk ve agahdarî nêrînên Serok Barzanî ya di derbarê şerê Da’îş ya di asta hemahengî û karê hevbeşê di navbera artêşa Amerîka û hêzên Pêşmerge de bibe û dûpat jî kir ku welatê wan pabende bi hevpeymaniya li gel Herêma Kurdistanê û rîşekêşkirina Da’îş ya li navçeyê de.Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina Serokê Desteya Erkana Hêzên Hevbeşên Amerîka û şanda li gel kir û pîrozbahiyê li erka wî ya nû de kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û spasî gel û Serok û Hikûmet û Artêşa Amerîka jî kir ku li şerê dijî terorîstan da piştevanê Pêşmerge û Herêma Kurdistanê ne. Serok Barzanî behsa rewşa meydanî ya bereyên şerê terorîstan kir û wê yekê dûpatkir ku Da’îş dijminê hevbeşa hemû aliyeke û şanaziye jî ji bo gelê Kurdistanê ku li ser destê Pêşmerge efsaneya Da’îşê şikand û eve jî xisterû ku şikandina Da’îş hewleke hemû aliyan û hemahengî û hevkariyeke navdewletî û ciddî divê. Her wiha balkişand li ser qurbanîdan û têçûna mirovî û aborî ya şerê Da’îş û abluqeya aborî û rewşa giran ya koçberan kir ku guvaşeke zêde ji bo Herêma Kurdistanê pêkaniye. Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî behsa girîngiya qonaxa piştî Da’îşê kir û bi pêwîst zanî ku mîsogeriyeke wiha bidin pêkhatan ku ji paşaroja xwe dilniya bin û êdî karesatên bi vî awayî dûbare nebin.Hemahengiya di navbera hêzên Iraq û hêzên Pêşmerge û amadekariyên azadkirina Musil û pêdiviyên serbaziyên Pêşmerge û her wiha rewşa Sûriye û operasyonên asmaniyên Rûsya li axa Sûriye ew mijar bûn ku li civînê de danustandina bîr û ramanan li ser kirin.Hêjayî gotinêye li vê kombûnê da Cîgirê Serok Wezîrê Hikûmet, Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêmê, Wezîrê Navxo, Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê, Birîkarê Wezareta Pêşmerge, Ce’fer Şêx Mistefa, Ferîq Şêrwan Abdulrehman û Ferîq Cebar Yawer Endamên Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêmê û Ferîq Cemal Mihemed Serok Erkanê Pêşmerge amade bûn.

Back to top button