CîhanRojev

Amerîka 200 mîlyon dolar alîkarî dide Ukraynayê

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku ewê ji envantera xwe bi buhayê 200 mîlyon dolarî alîkarîya leşkerî bide Ukraynayê.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku ji destpêka şerê Rûsya û Ûkraynayê ve alîkarîya leşkerî dide Ûkraynayê. Amerîkayê ragihand ku ewê alîkarîyên din jî bidin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, di daxuyanîya xwe ya nivîskî de diyar kir ku alîkarîya leşkerî ya ji bo Ukraynayê 200 milyon dolar e.

Wezareta Berevanîyê (Pentagon) herwiha ragihand ku di pakêtê de hejmarek ji alîkarîyên mîna alavên paqijkirina mayinan, topxane û cebilxaneyên tankan, û cebilxaneyên çekan ên cihêreng, bi taybet cebilxaneyên zêde ji bo pergalên berevanîya esmanî yên Patriot û bilind hene.

Dewletên Yekbûyî ji destpêka şer (Sibat 2022) û heta niha zêdetirî 43 milyar dolar alîkarîya leşkerî pêşkêşî Ukraynayê kiriye.

Back to top button