Polîtîk

Amerîka 2 baregehên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê valekirin

Li gorî nûçeya Reutersê, Amerika hêzên xwe ji baregehên Til Beyder û El-Wezîrê yên li Hisîçayê vekişandine.

Bi vê yekê ji dema ku Donald Trump dest bi kar kiriye hejmara baregehên ku leşkerîn Amerîkayê herî kêm ji 4 baregehan vekişiyane.

Birêvebiriya Trump vê mehê ragihand ku ew ê hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyeyê, li wan beşên bakurêrojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) yên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne, ji heşt baregehan daxîne baregehekê.

Rojnameya New York Timesê di meha Nîsanê de ragihandibû ku dibe ku di çarçoveya vê vekişînê de hejmara leşkeran ji 2000î daxîne500î.

Back to top button