Polîtîk
Alusî: Pêwîste Iraq bibe sîstema Konfederalî
Serokê Partiya Ummeya Iraqê ragihand “Sîstema Federalî li Iraqê şikest aniye û pêwîste berev Konfederalî ve biçin”. Her wiha tekez jî kir ku “Partiyên Şîiyan li birêvebirina Iraqê de şikest anîne”.
Mîsal Alûsî Serokê Partiya Ummeya Iraqê behsa kêşeyên niha yên Iraqê û pirsa pêkanîna Hikûmeta nû kir û ragihand “Destwerdana li pêkanîna Hikûmetê de têkirin û piştî sala 2003 partiyên şîiyan li birêvebirina desthilatê de şikest anîn, ji bo wê yekê pêwîste Iraq ji sîstema federalî ve berev sîstema Konfederalî ve biçe”.
Her wiha Alûsî got: “Heta niha li ser nasnameya Iraqê li gengeşeyê dayîn, nizanîn nasnameya vî welatî çiye. Iraq ji aliyê welatên cîran ve jî bûye qada gengeşeyên tund”.