Nivîskarê Tirk Fatîh Altayli, di nivîsa xwe ya bi navê ‘Parçe bike û bi ser bikeve’ di bloga xwe ya şexsî de nirxand. Altayli got: “Erdogan jî dizane ku li gel hemû astengî û îftîrayan jî Îmamoglû ne têkçûn e. Îmamoglû ji ber şaredarîya xerab nayê hilweşandin. Lê belê bi guhertina hevsengîyên siyasî wê ji holê rabe”. Beşek ji gotara Altaylı:
Erdogan wek kesekî ku siyasetê baş dizane, rastîyê dibêje. Tenê bi vî awayî namzedê AK Partiyê dikare Stenbolê qezenc bike. Wê Bloka muxalefetê ya bi navê Maseya Şeş ji bloktîyê derkeve û wê gelek namzetan derxîne. HDP piştgirîyê nade. AK Partî wê bi ser bikeve. Dema ku kabîneya serokkomarîyê hat avakirin, hûn li ser vê rûpelê dixwînin, “Ev kabîne kabîneya hilbijartinên herêmî ye”
Ji bo hilbijartina Stenbolê kabîneya bê Suleyman Soylu û bi ewqas kesên ji Rojhilat û Başûrêrojhilat pêk tê. Erdogan baş dizane ku bêyî dengên HDPê, bêyî dengên Kurdan nikare Stenbolê qezenc bike. Di hilbijartina herêmî ya dawî de ev yek jiya. Namzetê AK Partîyê Bînalî Yildirim, di van rojan de gelek gazind ji gotinên Suleyman Soylu yên tundrew-neteweperest kir. Got: “Em bi derzîyê dengan kom dikin. Bi yek hevokê Suleyman Beg kevçî bi kevçî dengan winda dike”.
Ji bo vê, wê Erdogan hewl bide bloka muxalefetê li Stenbolê parçe bike û li alîyê din jî wê hewl bide ku dengên Kurdan ên nêzî HDPê ku dizane bêyî wan nikare bi dest bixe, dîsa bi dest bixe. Tiştê ku Erdogan jê re dibêje ruhê 1994an. Parçe bike û qezenc bikin.