Polîtîk

Altan Tan berdendamê BDP-ê ye

Nivîskar û rewşenbîrê kurd Altan Tan da xuyakirin ku wî ji bo bibe berendamê parlementoya serî li BDP-ê daye.

Ji bo hilbijartinên parlementoyê li Tirkiye, hêdî hêdî navên berendaman zelal dibe. Gelek kesê ku dixwazin bibin berendam  serî li partiyan didin û dixwazin bibin berendam. Dawîyê ew partî dê biryarê bidin ku ka wê kî bikin berendam û kî nakin.

Li gora Altan Tan bi xwe ragihandiye,  wî ji bo di BDP-ê de bibe berendam serî li partiyê daye û daxwaziya xwe ji wan re ragihandiye. Vêca dê bibîne li ser biryara BDP-ê, ka gelo wê Altan Tan wek berendamê serbixwe nîşan bikin yan na.

Back to top button