Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Orsula Venderlayîn wezîra parastinê ya Almaniyayî û şandeya pê re ku ji hijmareke fermandarên leşkerî û diplomatkaran pêkhatibû, kir.Di civînekê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr û hijmareke berpirsên hikûmeta Kurdistanê amade bûn, xanim Venderlayîn kêfxweşiya xwe li hember serdana bo herêma Kurdistanê diyar kir û got ku, miqayîse digel serdana wê ya berîya nûha, di warê meşiq û rahînana pêşmergeyê Kurdistanê da pêşkeftinên ber bi çav çêbûne, ew şanaziyê bi hêzên pêşmerge dikin ku navê wan li cîhanê degvedaye.Wezîra parastinê ya Almaniyayê got ku welatê wê dê li ser alîkarîkirina herêma Kurdistanê, ji bilî di warê çek û cebilxane de, dê di warê hevkarîkirina koçber û penaberên ji tirsa terorê hatine herêma Kurdistan ê bike û danana pilanekê ji bo alîkarîkirina wan deverên ji destê terorîstên DAÎŞê hatine rizgar kirin.Wê tekîd lis er wê yekê kir ku pirsgirêkên navxweyî yên herêma Kurdistanê bi rêya diyalog û danûstandinan bên çareser kirin û di vê qonaxê de bila karê pêşîne rûbirûbûn û jinavbirina metirsiya terorê be.Nêçîrvan Barzanî dilxweşiya xwe li hember serdanan wezîra parastinê ya Almaniyayê bo herêma Kurdistanê nîşan da û sipasiya xelk û hikûmeta Alamniyayê kir ku her ji destpêka êrîşên terorîstên DAÎŞê hevkarî û alîkariya herêma Kurdistanê kiriye û dikin, bi taybetî di warê meşiq û rahînana pêşmergeyê Kurdistanê de, û di vê çarçoveyê de, serokwezîrê Kurdistanê hevahengiya navbera hêzên pêşmerge, Almaniya û welatên hevpeyman bilind nirxand û hêvî xwest ew hevahengî mokimtir bibe û li gor wan guhartinan be yên li berea cengê dirust dibin.Li dor pirsgirêkên navxweyî jî, serokwezîr tekîd kir ku, wan pirsgirêkan tesrî li ser morala pêşmerge li bereyên cenga dijî terorê nekiriye û ji bona çareserkirina wan pirsan digel aliyên siyasî berdewam di nav danûdtandinan de ne.Barzanî got ku hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwaziyê li hemû hevkarî û alîkariyên leşkerî û însanî dike, bi taybetî ku hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan ji tirsa terorê hatine herêma Kurdistanê û, tevî kirîza êkonomî, bargiraniyeke zêde ji hikûmeta herêma Kurdistanê re çêkiriye.
Pêş
01/07/2025
Serokê şeredariya Îzmirê yê berê hate binçavkirin
01/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzani û Balyozê Fransayê rewşa deverê nirxandin
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Rojek çarenûsî ji bo CHPê…!30/06/2025