CîhanRojev

Almanya bi buhayê 2,7 milyar euro çekan dide Ûkraynayê

Almanya biryar da ku bi buhayê 2,7 milyar euro alîkarîya leşkerî bide Ûkraynayê. Di daxuyanîya hikumeta Alman de hat diyarkirin ku di pakêta alîkarîyê de wê alavên leşkerî yên wek tank, wesayîtên zirxî û pergalên dij-firoke cîh bigrin.

Berfirehîya naveroka pakêta alîkarîyê di rojnameya Alman Der Spîegel de hat eşkerekirin. Di pakêta alîkarîyê de, 30 tankên Leopard, 20 wesayîtên zirxî, zêdeyî 100 wesayîtên şer, 18 obusên xwebexş, 200 balafirên keşfê û wesayîtên paraztina hewayî hene.

Wezîrê Parastina Almanyayê Boris Pistorius, got ku pakêta alîkarîya leşkerî “nîşan dide ku Almanya di piştgirîkirina Ûkraynayê de cidî ye”. Pistorius got, “Almanya wê hemû piştgirîya ku dikare bide, bidomîne”.

Herweha hat gotin ku Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky, piştî şerê Ûkrayna û Rûsyayê wê roja Yekşemê cara yekem serdana Almanyayê bike.

Back to top button