Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Alimên Misliman ên Cîhanê Alî Muhyeddîn el Qeredaxî, şewitandina Quranê li ber mizgefta li paytext Stockholmê şermezar kir.
Piştî ku polîsên Swêdê destûr da şewitandina Quranê, ji alîyê Yekîtîya Alimên Misliman ên Cîhanê ve bi îmzeya Karadagi daxuyanîyek nivîskî hat belavkirin.
Di daxuyanîyê de hat gotin ku, “Ev nîjadperestî ye, ne azadî ye. Li hember hovîtîya takekesî ya ku ji alîyê rayedarên fermî ve tê destekkirin, divê bêdeng nebe”.