Alîkariyên Nêçîrvan Barzanî gihîştine Rojavayê Kurdistanê
Alîkariyên Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî gihîştine Rojavayê Kurdistanê û du taqîgehên pizîşkî yên taybet bi koronayê tevî hemû kereste û pêdawîstiyan hatine damezrandin û du tîmên pizîşkî jî dest bi rahênana tîmên tendirustiyê yên Rojavayê Kurdistanê kirine.
Nêçîrvan Barzanî li ser daxwaza Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî (Kobanî), ew alîkariyên pizîşkî ji Rojavayê Kurdistanê re şandin.
Fermandarê Giştî yê HSDê, Mazlûm Ebdî li ser twittera xwe spasiyên xwe pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kirin, ku bi awayekê bilez bersiva daxwaza wan a daye.
Li gor zanyariyên Rûdawê, heftiya bihorî Mazlûm Ebdî peywendî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kiriye, daku di hawara xelkê Rojavayê Kurdistanê de biçe, ji ber ku heta niha Rêxistina Tendirustiya Cîhanî û hikûmeta Sûriyê ji bo rûbirûbûna koronatê ti alîkariyek pêşkêşî Rojavayê Kurdistanê nekirine.
Li aliyekê din, taqîgeh û keresteyên pêwîst bo testkirina wan gund û kesan li ber destê Rêveberiya Xweser nînin ku hatine kerentînekirin, daku bizanin gelo ew kes bi koronayê ketine yan na, daku bizanin ew dê bikarin vegerin nava xelkê yan na.
Piştî wê peywendiya telefonî, Nêçîrvan Barzanî biryar da li ser erkê xwe bilez alîkariya xelkê Rojavayê Kurdistanê bike.
Roja 9ê Nîsanê du tîmên pizîşkî ji Başûrê Kurdistanê ve derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn, daku rahênanê bi 26 karmendên taybet bi taqîgehê bikin.
Nêçîrvan Barzanî herwiha du taqîgehên pizîşkî yên taybet bi koronayê tevî hemû kereste û pêdawîstiyên din ji Rojavayê Kurdistanê re şandin û ew du taqîgeh li Rojava hatine damezrandin û dest bi kar kirine.
Tîmên bijîşkî yên ji Herêma Kurdistanê, di warê pişkinîn û kerentînekirinê de hevkariya tîmên tendirustiyê yên Rojavayê Kurdistanê dikin û heta niha rahênan bi 26 kesan kirine.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî îro li ser twittera xwe ew alîkariyên Serokê Herêma Kurdistanê yên bo Rojavayê Kurdistanê aşkere kir û spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.