Polîtîk

Aladîn Çakici: Peywendiyên xwe û PKK eşkere dike (Video)

Li videoyeke ku li tora civakiya facebookê de hatiye belav kirin, Aladîn Çakici bi awayeke eşkere dibêje: PKK ne dijminê tirkiyê ye, dijminê tirkiye Brîtanî, Alman û Fransî ne. Her wiha Çakici ji Dadwer re dibêje: Ma tu dizanî kî PKK perwerde dike, li Holanda û Korsikayê û li Ewrupayê kî wan perwerde dike.

Her wiha Çakici dibêje: Tu nikarî pirsan ji min bikî, ev welat qerzdar û deydarê mine.

Aladîn Çakici kesekî regezperestê tirkiyê ye û li tirkiye bi kar û barên xwe yên regezperestiya tirk û mafyayê tê naskirin. Miroveke ku xwe li ser dewleta tirkiyê re dibîne û ji ber wê çendê jî li beranber dadwer û dadgeha tirkiyê de, dibêje dadwer ev welat qerzdarê mine û tu nikarî pirsan ji min bikî…

https://www.facebook.com/944792438902219/videos/601442553797221/
Back to top button