Ala Kurdistanê jî her li Kerkûkê hebûye
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî herwiha di merasîmê de axavtinek jî li ser rola medyaya Kurdî û bi taybet li ser medyakara şehîd, Şîfa Gerdî pêşkêş kir.Di bersiva pirsyareke Tora Medyayî ya Rûdawê de, Nêçîrvan Barzanî li ser mijara Ala Kurdistanê li Kerkûkê û pêşeroja Kerkûkê axivî.Serokwezîr Barzanî got: “Kurd negotiye Kerkûk tenê bajarê Kurdan e, belku bajarê hemû pêkhateyan e. Ala Kurdistanê jî her li Kerkûkê hebûye, lê belê em di vê baweriyê de ne, ku ev mijar ji qebareya xwe zêdetir tê nîşandan.”Barzanî tekez kir: “Di sala 2014ê de Kerkûk ji Mûsilê xirabtir bû. Pêşmerge li jêr vê alê (Ala Kurdistanê), Kerkûk parast. Mînaka rêveberiya Kerkûkê jî bo pêkvejiyanê mînakeke cuwan e û ti pirsgirêkek di navbera pêkhateyan de nîne.”Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Eger Pêşmerge Kerkûk neparastiba, niha rewş li Kerkûkê ne weke ya niha bû. Hingê li Kerkûkê ne Ala Iraqê hebû, ne jî Ala Kurdistanê, belku dê Ala DAIŞê heba. Ev rastiyek e