Ala Kurdistanê dengê me ye
Daxuyaniya Tevgera Ciwanên Kurdistanê di derbara hilbijartinên serokkomariya Tirkiye de:
Ji Raya Giştî ya Kurdistanê re
Her ku hilbijartina Serokkomarî ya Tirkîyeyê nêzîk dibe, nîqaşên li ser vê mijarê jî zêdetir dibin.
Di nav Kurdan de nîqaşa herî zede ew e ku Kurdek bibe Serokkomara Tirkîyeyê. Gelek kes difikirin ku ger ev yek pêk were dê pirsgirêkên me çareser bibin.
Ger bi bûyîna Serokkomarê Tirkîyeyê ya Kurdekî bi rastî jî pirsgirêka Kurdistanê çareser bibûna me yê jî denge xwe bidana wî bo Kurdek bibe serokkomar. Lê di rewşa niha de ev yek tê wateya meşrûkirina pergala dagirkeriyê.
Divê em mijaran bi hişmendiyeke netewî binirxînin û li gor berjewendiyên xwe yên netewî biryaran bidin. Di rewşekê ku projeyên entegrasyonê ev qas zêde û berbiçav tên meşandin, beşdarbûna Kurdan a pergala dagirkeran bi tenê xizmetî dagirkeran dike.
Çareseriya pirsgirêkên me jî veqetîna ji vê pergalê ye. Loma divê em di mijarên bi vê rengê de nebin aliyek. Hewceye ku em aliyeke Kurdistanî biafirînin û li gor wê tevbigerin.
Emê wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê, hilbijartinên Serokkomarî ya Tirkîyeyê ku ne hilbijartineke me Kurdan e boykot bikin. Emê wek ku me di hilbijartinên berê de jî kiribû dîsa Alên Kurdistanê biavêjin sindoqan.
Tevgera Ciwanên Kurdistanê