Cîhan

AKP: Helwesta me ne li dijê kurdaye

Civîna nawendi ya reveberiya AKPê çêbû.Piştî civînê berdevkê partiyê Mahir Unal ji bo encamê civînê ji medyayê re bide xûyakirin konferansek rojnemevanî li darxist.Unal got ku hukumeta herêma Kurdistanê biryara referandumê daye, lê tu şewrekî li gel Tirkiye nekiriye. Unal da xûyakirin ku, ew encamê referandumê nasnakin.Unal di derbarê referanduma Kurdistanê de got: Encam çi bin jî, em encama wê nas nakin. Ti pêwnediya vê helwesta me bi dijminahiya Kurdan nîne. Dema ku em li Iraq û Sûriyê li aramiyê digeriyan, û Heêrma Kurdistanê li ser her tiştî bi me re dişêwirî, sibehekê em rabûn û me dît ku Herêma Kurdistanê biryara referandumê daye.Unal da xûyakirin ku helwesta wan ne li dijê Kurdaye û got, em nahêlin ti kes vê yekê weke mijarekê ku em li dijî Kurdan in, binirxîne.Unal berdewamiya axavtina xwe de behsa helwesta Îsrail kir û got: Ji bilî Îsrail tu dewlet vê referandumê di herêmê de nasnakin.Heri dwî berdvkê AKPÊ dibêje: Kurd li herêmê hevpeymanên me yên kevnar in û li ser vê mijarê jî helwesta Tirkiyê pir aşkere ye.

Back to top button