AKP 502, CHP 392 û DEMê 74 şaredarî bi dest xistin
Di hilbijartinên herêmî yên doh de ji sedî 99,99ê sindoqan hatin vekirin. Li gor encamên lêkolînê, hejmara şaredariyên mezin, parêzgeh, navçe û bajarokên ku partiyan bi dest xistine wilo ye: AKP 502, CHP 392, DEM 74, YRP 61, İYİ Partî 29.
Encamên Hilbijartinên Giştî yên Rêveberiyên Herêmî yên 31ê Adarê hatin eşkerekirin.
Bîlançoya hilbijartinê wilo ye:
– 34 partiyên siyasî beşdarî hilbijartinê bûn.
– Hilbijartin li 207 hezar û 848 sindoqan bi 61 milyon û 441 hezar û 882 hilbijêran hat kirin.
– Di hilbijartinê de 48 milyon û 15 hezar û 788 kesan dengê xwe dan. Ji dengan 45 milyon û 961 hezar û 211 deng derbasdar bûn, 2 milyon û 192 hezar û 577 deng jî hatin betalkirin.
– Li gor encaman rêjeya sindoqên ku ji bo şaredariya bajarên mezin hatine vekirin ji sedî 99,99 e. Rêjeya beşdarbûna hilbijartina şaredariyên mezin ji sedî 78,11 bû.
KÎJAN PARTIYÊ ÇEND ŞAREDARÎ STENDIN?
Li gor encamên ku YSKê eşkere kirin;
– Ji 30 Şaredariyên Bajarê Mezin; CHP 14 şaredarî, AKP 12, DEM Partî 3 û YRP 1 şaredarî bi dest xistine.
-Li tevahiya Tirkiyê li şaredariyê; CHP 35, AKP 24, DEM 10, MHP 8, YRP 2, BBP 1, İYİ Partî 1 şaredarî bi dest xistin.
-AKP 324, CHP 302, MHP 110, DEM 54, YRP 37, İYİ Partî 23 navçe bi dest xistin.
-Di hilbijartinên şaredariyên 390 bajarokan de, ji bo 356 bajarokan rapora hevgirtinê hat wergirtin.
Li gor vê;
AKP 154, serbixwe 1, BBP 6, CHP 55, DEVA Partî 2, DSP 2, Partiya Demokrat 3, DEM Partî 10, HUDA PAR 1, ÎYÎ Partî 5, Partiya Welat 1, MHP 90, Partiya Feqîr 3, Partiya Çep 1, YRP’ê li 22 bajaran şaredarî bi dest xist