AK Parti di serokatiya Erdogan de sibehî dicive û encamên hilbijartina dinirxîne!
Tirkiye û bakurê Kurdistanê hilbijartinên herêmî hatin li darxistin. AK Partiyê taybetî li bajarên mezinên Tirkiye û beşek ji Anadoluyê gelek winda kir û CHPÊ serkeftinek berbiçav destve anî. Ji bo nirxandina vê rewşê Komiteya rêveberiya AK Partiyê di serokatiya Erdogan de dicive. Rojeva sereke ya civînê encamên hilbijartina ye.
Piştî civînê berdevkê partiyê Omer Çelîk hem di derbarê rojevê û hem jî derbarê civînê de daxuyaniyekê bide.
Piştî encama civîna hate eşkerekirin Erdogan axavtinek kir û gotibû: Helbet her partiyeke siyasî wê di nava rêxistina xwe de encamên hilbijartinê analîz bike. Em ê encamên hilbijartina 31ê Adarê di organên partiya xwe de bi dilekî vekirî binirxînin. Emê bi wêrekî xwe rexne bikin. Encamên sindoqan hêj ne diyar in, lê li seranserê welatê me windabûnekî nîşanî me dide.Emê sedemên windabûnê bibînin û midexeleya pêwist bikin.
Li gor agahiyên agahiyên ji hinek berpirsê AK Partiyê hatine dayîn, AK Partiyê 6 navan ji encamên neserkeftî yên hilbijartinê berpirsyar digirin. Ev nav dê di civînê de behsa rewşa destdayî bikin.
Navên ku berpirsiyar têne dîtin evin:
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mustafa Şen
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Serokê Karên Hilbijartinê Alî Îhsan Yavuz
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Yusuf Ziya Yilmaz
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Erkan Kandemir
Serokê Parêzgeha Stenbolê yê AK Partiyê Osman Nûrî Kabaktepe