ACLED: Sedî 77ê şerê PKK li Başûrê Kurdistanê daye ne ku li tirkiye
Rêxistina ACLED ya Amerîkî da zanîn ku sedî 77ê piraniya şerê PKK li Başûrê Kurdistanê da ye neku li tirkiye
Rêxistina ACLED ya Amerîkî ragihand li pênç mehên derbasbûyî de sedî 77ê şer û pêkdadanê di navbera artêşa tirkiye û çekdarên PKK li Herêma Kurdistanê bûye.
Li gor hurgiliyên wê rêxistinê li îsal da tenê ji sedî 23ê şer û pêkdadana artêşa tirkiye û PKK li nav axa tirkiyê de bûye.
Rêxistin kar li ser belavkirina zanyariyên hûr yên di derbarê şerên çekdarî û şerên li cîhanê da dike.
Rêxistina ACLED li înfografîkek da belav kiriye, Herêma Kurdistanê beşa şêr ber ketiye ku bibê qada wê gengeşeya çekdariya li navbera artêşa tirkiye û PKK da heye.
Li gor zanyariyên medyayî ji ber ku beşa zêdetirê şerê rûbirûbûnê li tixûbên Herêma Kurdistanê buye, li rûyê aborî ve ew şer û mayina PKK li navçeyê de ziyaneke mezina aborî ber Herêma Kurdistanê û bingeha aboriya Herêma Kurdistanê gihandiye. Her wiha beşeke zêdeyê gund û navçeyên çandiyê yên li nêzîkî tixûban hatine vala kirin û bûne warên PKK.
Rêxistina Amerîkî ragihandiye ku artêşa tirkiye ji bo rûbirûbûna PKK bi pileya yekem pişta xwe bi hêza asmanî ve girêdaye.
Li asta navxwe da çendîn car nîştecihên navçeyên tixûbî û saziyên Hikumetê hişyariyê dane PKK û daxwaz kirine, ew hêz şerê xwe bibe aliyê dinê tixûbê Herêma Kurdistanê û êdî nebê sedema dirûstkirina astengiyê li ber jiyana gundnişînan.
Çendîn sale ji ber şerê PKK û tirkiye û metirsiya bombebaranê dehan gund li navçeyên tixûbiyên Herêma Kurdistanê hatine vala kirin û heta niha jî sedan gundnişîn û kesên sivîl bûne qurbanê wê şer û bombebaranê.