Kanê nûnertiya Kurdistanê ya li Swêdê?
Roja çarşemê pêşwazîkirina vekirina nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê – KRG ya welatên bakurî li Stockholmê hate kirin. Lê ne niha, berya sal û nîvê Herish Xola weke nûner hatibû diyarkirin. Li gor Xola herçend ew merasima vekirina KRG niha dikin jî di nav sal û nîvê de wî xebateke serkeftî kiriye.
Yê ku dibêje di nava sal û nîvê de wan gelek projeyên mezin lidarxistine nûnerê niha yê KRG Herish Khola ye, lê nûnerê berya wî Taha Berwarî wî nas nake û heta niha têkilî jî pê re nehatiye danîn û rojnamevanê navdar Kurdo Baksi bi tu projeyên berbiçav nehesiya ye.
Belê, em ê di vê raporê de li karê Nûnertiya Hikûmeta Kurdistanê – KRG ya welatên bakur, ku navenda wê Stockholme binêrin.
Nûnertiya KRG ya li Swêdê çi kiriye, çi dike û kanî? Ew li kû ye? Em ê li bersiva van pirsan bigerin.
Birêvebirê Giştî yê Pêwendiyên Navnetewî yê Hikûmêta Herêma Kurdistanê Falah Mustafa ku ji bo pêşwazîkirina vekirina nûnertiya KRG hatiye Swêdê balê dikişîne ser giringiya hebûna nûnertiya hikûmetê li vira.
Hemû kes jî mîna Mustafa di wî fikrî de ne ku Skandînavya û bi taybetî Swêd ji aliyê kurdan ve xwedîgiringiyeke pir mezin e. Swêd ji aliyê çandî, wêjeyî, sîyasî ve navendeke dîyasporaya kurd ya herî girîng e.
Û ji ber vê giringiyê, hîna di sala1992ê de ku Herêma Kurdistanê di demeke pir nazik û aloz re derbas dibû, Nûnertiya Herêma Kurdistanê li Swêdê, bi navê nûnertiya KRG ya welatên bakur hate vekirin.
Çend salan paşê li navenda Stockholmê lokalek hate kirêkirin û gav bi gav kar û xebatên berbiçav yên nûnertiyê hatin dîtin. Berpirsê nûnertiya wê demê Taha Berwarî bû:
Kurdo Baksi li tevaya Swêdê rojnamevanekî binavûdeng e. Ew bi tora xwe ya têkiliyên berfireh tê zanîn û hewl dide hemû pêşveçûnên ku li Swêdê elaqê wê bi kurdan re heye bişopîne. Li gor Baksi nûnertiya berê di nava çend salan de bû nûnertiya hemû kurdan, ew bû dezgeheke kurd ya meşrû ku doza kurdî li Swêdê gihand astên bilindtir.
Di 2009ê de birêvebiriya hikûmeta Kurdistanê dewrî îdareya Silêmaniyê dibe û lewra nûnertiya Swêdê jî gerek bû êdî ji aliyê hikûmeta nû ve bihata temsîlkirin.
Wê demê dibêje Taha Berwarî, nûnertiya KRG ya li Swêdê jî databas, û belgeyên xwe gişt radestî Wezareta Peywendiyên Navnetewî ya Kurdistanê kirin, deriyê xwe qufle kir û dest ji kar berda.
Di ser girtina nûnertiyê re du sal derbas bûn heta ku nûnerekî nû ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve hate destnîşankirin. Lê diyarkirina nûnerê nû ji taxîrmana tayinkirinê ecêbtir bû. Tu kesê ku li Swêdê bi awayekî çalak bi kurdîtiyê re elaqedar dibû nûnerê nû Herish Xola nas nedikir. Wê demê Kurdo Baksî gotareke bi navê ”Berhem Salih mala kurdan li Swêdê xirab kir” belav dike. Gelo çima malxirabî?
Nûnerê berê Taha Berwarî jî dibêje wî ne tenê nûnerê nû nas nedikir, herwiha heta niha, ango rojekê berya merasima vekirina nûnertiyê jî Khola qet peywendî jî pê re nedaniye.
Ewa ku nûnerê nû ji yê berê daxwaza tu agahiyan nekiriye Kurdo Baksî weke amatorîzm bi nav dike.
Du sal derbas bûn heta ku nûnerek ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve hate hilbijartin, sal û nîv jî derbas bû heta ku nûnerê nû rêwrismeke pêşwazîkirina vekirinê kir. Bi nêrîna Taha Berwarî vê taxîrbûnê gelek zerar da doza kurdî.
Robert Rydberg di Wezareta Derve ya Swêdê de berpirsê herêma Rojhilata Navîn û bakurê Afrîka ye. Rydberg dibêje:
– Taxîrbûn ji bo demeke kurt belkî tu tesîreke dramatîk nede, lê eger mebesta mirov avakirina hevkariyeke demdirêjî ye girîng e ku nûner tim hazir be.
Nûnerê hikûmeta Kurdistanê Falah Mustafa taxîrbûnê weke kêmasî binav dike lê dixwaze mirov bêhtir li dema pêş binêre.
Ne nûnerê nû Herish Xola ne jî Falah Mustafa mecalê nadin ku em zêde pirsan ji wan bikin. Lê Khola îdia dike ku ji wextê ew hatiye tayinkirin ve wî gelek karên mezin kirine.
Eger bala we lê be em dibêjin rêwresma pêşwazîkirina vekirina nûnerayetiya KRG li welatên bakur hate kirin. Em nabêjin vekirina nûnerayetiyê. Ji bo ku hîna adres, telefon, malper û e-mail nediyarin. Rêwresma hatî kirin jî li hoteleke Stockholmê bû. Îcar piştî vê rêwresmê pirs ev e: Gelo kesekî ku bixwazibe têkiliyê bi nûnertiya KRG ya Swêdê re deyne wê çawa bike?
Bi raya Baksî ev rêwresma hatî amadekirin bi xwe jî nîşana amatoriyê ye û fikarên wî yên cidî di vî warî de hene.
________________________________________
Sal bi sal nûnertiya Kurdistanê li Swêdê:
Taha Berwari
1992: Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê – KRG ya welatên bakurî li Stockholmê hate vekirin. Taha Berwarî wekî berpirs hate danîn
1999: KRG li navenda Stockholmê buroyek vekir.
2005: Galaya kurdî li Swêdê dest pê kir. Di galayê de kurdê salê, dostê kurd yê salê, dostê rûmetê yê kurd tê diyarkirin.
2008: Galaya kurdî li Norvêc dest pê kir.
2009: Nûnertiya KRG ya welatên bakurî ji bo dewrkirinê hate girtin. Hemû çalakiyên KRG li welatên Skandînavya rawestiya.
2011: Herish Khola weke nûnerê nû hate tayinkirin.
2013: Merasima pêşwazîkirina vekirina nûnertiya KRG ya welatên bakurî li Stockholmê hate kirin.
1992: Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê – KRG ya welatên bakurî li Stockholmê hate vekirin. Taha Berwarî wekî berpirs hate danîn
1999: KRG li navenda Stockholmê buroyek vekir.
2005: Galaya kurdî li Swêdê dest pê kir. Di galayê de kurdê salê, dostê kurd yê salê, dostê rûmetê yê kurd tê diyarkirin.
2008: Galaya kurdî li Norvêc dest pê kir.
2009: Nûnertiya KRG ya welatên bakurî ji bo dewrkirinê hate girtin. Hemû çalakiyên KRG li welatên Skandînavya rawestiya.
2011: Herish Khola weke nûnerê nû hate tayinkirin.
2013: Merasima pêşwazîkirina vekirina nûnertiya KRG ya welatên bakurî li Stockholmê hate kirin.
Beşir Kavak
Amadekar
Besir.Kavak@sr.se
+46 (0)73 69 414 78