CivakRojev

Firat: Ez her tim li dijî konsepta Tirkîyeyîbûnê derketim

Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Umît Firat di derbarê rewşa îro û siyaseta HDP de dîtinên xwe ji malpera Perspektîf re anîn zimên û siyaseta HDP rexne kir.

Firat, bi taybet HDP û siyaseta wê ta Tirkîyeyîbûnê û gelan rexne kir û dibêje:“Helbet bikaranîna peyva “gel” ku yekem car ji alîyê HDP ve hatiye destpêkirin û ev 10 sal in berdewam dike, hinekî bi zorê û ji derveyî îradeyê xuya dike.Helbet divê em vê jî bidin ber çavan ku li pişt vê bertekek heye. Ji ber ku hem îdeolojiya fermî, hem jî destûra bingehîn, hem jî qanûn û pêkanînên îdarî hemû welatîyên Komara Tirkîyê wek Tirk dibîne, ez wisa difikirim ku her çendî têgehek kevnar be jî, wek îtîraz û îtîrazê tê bikaranîn. Min qet nebihîstiye ku têgehek wusa li welatekî din hatiye bikaranîn. Mînak gelên Îranê, gelên îraqê, gelên Sûrîyê, gelên Çînê, gelên Îspanya, gelên DYA û hwd. Lê belê dema ku bi milyonan kes wek Kurd piştgirî dan vê partîyê, rêvebirên partîyê yan jî hêzên ku partîyê bi rê ve dibin, ji nasnameya Kurdî revîyan û gotina gel afirandin“.

Firat, di wê bawerîyê de ye ku HDP û rêvebirên wê ji nasnameya Kurdî direvin û dibêje: “Li Tirkîyê paranoyayek wisa heye ku piştî Kemal Kiliçdaroglu wek serokê CHP hat tayînkirin, her kesî dizanî ku ew Kurd û Elewî ye, lê wî tenê piştî 13 salan dikarîbû bibêje ku ew Elewî ye. Ez hevalên xwe yên ku bi salan e HDP wek partîyek Kurdistanî bi nav dikin jî hişyar dikim, “Hûn îftîrayê li wan dikin, ew naxwazin bi navê Kurd û Kurdistanê bên binavkirin û her tim bikaranîna van navan tekzîp dikin û jê direvin”.  Umît Firat, di derbarê siyaseta HDP a Tirkbûn û Tirkîyeyîbûnê de jî axivî, got û ku ew her tim li dijî siyaseta Tirkîyeyîbûnê derketiye û dibêje:

“Ez her tim li dijî konsepta Tirkbûnê derketim. Ez vê yekê bi giştî wek daxwaza desthilatdarên Tirkêyê yên ji bo rûreşkirina Kurdan, anîna ser çogan an jî îtaetkirina wan dinirxînim û li dijî vê yekê derdikevim. Berî ku Alparslan di şerê Melezgirê de bi ser bikeve, kal û pîrên min li heman axan dijîyan. Ew mirovên xwecî an otoktone yên welatên ku lê dijîya bûn. Ti pirsgirêk û xema min tune ez kesekî razî bikim ku ez ji vî welatî me. Kurd her tim li ser axa xwe jîyane û hewcedarî nedîtiye ku bi koçberîyê li welatekî din bi cih bibin”.

Back to top button