CivakRojev

Li Amedê daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê

Li Tirkiyê bi hezaran xwendekar dest bi dibistanê kirin, daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê ji Amedê hat. Di daxuyanîya hevpar a ku ji alîyê gelek sazîyên sivîl ve hat dayîn de, bang li Tirkîyê hat kirin ku îhtîmala xwe ya li ser Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî rake. Bi boneya destpêkirina sala xwendinê ya 2023-2024an li Amedê gelek sazîyên sivîl û partîyên siyasî daxuyanîyek hevpar dan. Nûnerên sazîyan li Parka Koşuyolu hatin cem hev û di destên wan de pankartên ku daxwaza perwerdeya bi Kurdî dikirin hebûn. Ji bo balê bikişînin ser daxwazên perwerdeya bi zimanê zikmakî daxuyanî dan çapemenîyê.

Li ser navê Platforma Paraztin û Piştevanîya Bajêr a Amedê Abdulsamet Ucaman axavtin kir. Ucaman destnîşan kir ku qedexeyên li ser ziman û çanda Kurdî dewam dikin û got ku Kurd gelê herî qedîm ê herêmê ne. Ucaman xwest ku qedexeya li ser Kurdî bê rakirin û got: “Heta niha cilên me yên herêmî jî qedexe bûn. Ji ber vê yekê em bang li her kesî dikin ku piştgirîyê bidin çand û pêşxistina zimanê Kurdî“.

Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Çand û Lêkolînê ya Mezopotamyayê (MED-DER) Dîlan Guvenç jî axavtinek kir û bal kişand ser wê yekê ku li gor xala 42. a Destûra Bingehîn li dibistanan ji bilî Tirkî perwerdehîya bi her zimanî qedexe û ne pêkan e û got: ”Di peymanên navnetewî de mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e. Ev peyman ji bo gelê Kurd jî derbas dibe. UNESCO di vê mijarê de binê rêgezek gerdûnî dide û dibêje; Ji bo ku zarok baştir hîn bibin, divê dest bi xwendin û nivîsandina bi zimanê dayikê bikin. Herwiha zimanzan û perwerdekar dibêjin ku zarok di temenê destpêkirina perwerdeyê de dikarin ji yek zimanî zêdetir fêr bibin”.

Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan Ercan Yilmaz jî diyar kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî mirovan e û got ku li Tirkîyê yek ji astengîyên li pêşîya mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî ya zarokan paraztîna li ser Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ye û got: “Divê Tirkîye vê îhtîmalê rake. Ev di rastiyê de ji daxwaza konjonktûra siyasî yan jî daxwazên partîyên siyasî zêdetir daxwaza hemû gelê Kurd e. Yek ji gavên pêşîn ên ji bo çareserîya pirsa Kurd û nîqaşkirina di sîstema demokratîk de dibe ku rêziknameya li ser vê mijarê be. Li ser dersên hilbijartî rêziknameya qanûnî hebû, lê em wisa difikirin ku ev têrê nakin”.

Back to top button