Li Dêrezorê di şerê navbera Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê û HSDyê de 28 kes hatine kuştin.
Şer û pevçûnên dijwar ên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê û hinek eşîran de berdewam in.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di şer û pevçûnan de hata niha 31 kes hatine kuştin.
SOHRê ragihand ku şeva derbas bûyî li navçeya Serbê şerekê giran di navbera herdu aliyan derket.
Li gorî daxuyaniya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê di wî şerî de çekên giran hatine bikaranîn.
Herwiha li navçeyên Cedîd Ikêdat û Rubeydayê yên li rojhilatê Derezorê çekdarên eşîran êrîşî xalên HSDyê kir.
Li gorî SOHRê di şerên duh de 3 şervanên HSDyê û çekdarekî eşîra wê navçeyê hatiye kuştin.
Hejmara kuştiyan ji her du aliyan gihişt 31 kesan û ji wan 11 endamên HSDyê ne.
Çi bûbû?
Şeva yekşemê hêzên taybet ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li parêzgeha Dêrezorê operasyoneke berfireh a bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” dabû destpêkirin.
Di operasyonên HSDyê de serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle û çend kesên nêzîkî wî hatibûn desteserkirin.
Piştî desteserkirina serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle, li herêmê alozî gur bûn.
Li ser vê yekê, alîgirên Ebû Xewle êrişî xalên HSDyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.
Herwiha çekdarên din jî êrîşî binkeya HSDyê ya li bajarokê El Besîrayê yê li gundewarê rojhilatê Dêrezorê kir.
Bi dijwarbûna êrişan re, HSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn operasyoneke bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” dan destpêkirin.