CivakRojev

Divê astengiyên destûrî yên li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê de bên rakirin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu diyar kir ku li hemberî perwerdeya bi zimanê zikmakî astengiyên makeqanûnê hene û wiha got: “Ger li pêşiya hînbûna zimanê dayikê ya her welatiyekî astengiyên qanûnî û makeqanûnî hebin divê ev astengî bên rakirin. Di nava vê de perwerdeya bi zimanê dayikê heye. Divê Tirkiye ji makeqanûna cûntayê xilas bibe.”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, Li Qosera Mêrdînê civînekî çapemeniyê lidarxistin û da xûyakirin ku, divê astengiyên destûra bingehîn ên li pêşiya perwerdeya bi zimanê zikmakî bên rakirin û got, “Divê Tirkiye ji makeqanûna cûntayê xilas bibe.

Yapicioglu, diyar kir ku hem di Qanûna Bingehîn a Perwerdeya Neteweyî û hem jî di makeqanûnê de astengî li pêşiya perwerdeyê hene û got,: “Li gorî makeqanûnê ji bilî tirkî tu zimanek ji bo welatiyên Komara Tirkiyeyê zimanê dayikê nayê hînkirin. Hem li gorî Destûra Bingehîn û hem jî li gorî qanûnên perwerdehiyê zimanê perwerdehiyê tirkî ye. Heta ku ev astengiyên qanûnî hebin, ne mimkûn e ku tu zimanî wekî zimanê dayikê fêrî welatiyan bibe û ne jî bi zimanekî din perwerdehiyê bê dayîn. Em dibêjin ger li welatekî kesên ku bi zimanên cuda diaxivin wek hemwelatî bi hev re bijîn, li hember hînbûna zimanê dayikê yê her welatiyekî ji aliyê wî ve astengiyên qanûnî û destûrî hebin, divê ev asteng bên rakirin. Di nava vê de perwerdeya bi zimanê dayikê heye. Divê Tirkiye ji makeqanûna cûntayê xilas bibe. Di dema sazkirina vê makezagonê de dê ev mijar jî bên nîqaşkirin.”

Dibe ku her kes daxwazên xwe hebin, her kes hêlên xwe yên sor hebin, lê eger ev xetên sor li ser maseyê bin, partiyên siyasî nikarin bên cem hev û li ser destûra nû nîqaş bikin. Xalên sor ên her kesî bila di berîkên wan de hebe. Werin em bêyî şert û merc li dora masekê bicivin, em bi hev re çawa makezagonekê binivîsin, nîqaş bikin û biaxivin. Helbet tu partiyeke siyasî di her mijarê de her tiştê ku dibêje wê tune be, bila kes bi tena serê xwe destûrê nenivîse û nebêje ev nivîsa min e, were, piştgirî bide. Ger ev makezagona cûntayê bidome dê ev makezagona cûntayê di meriyetê de bimîne û ev welat bi vê makezagonê bê birêvebirin.

Back to top button