PolîtîkRojev

Em hêvî dikin ku Iraq PKK wek rêxistinek terorîst nas bike

 

“Divê em nehêlin ku dijminê me yê hevpar PKK a terorîst têkilîyên me yên dualî têk bibe”.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan diyar kir ku ew li bendê ne ku Iraq li gor dostanî û biratîyê PKKê wek rêxistinek terorê bi fermî nas bike. 

Wezîr Fîdan piştî civîna xwe ya li Wezareta Derve ya li Bexdayê, di civîna çapemenîya hevpar de bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re axivî. 

Fîdan diyar kir ku di hevdîtina li gel hevtayê xwe yê Iraqî de mijarên pir berfireh gotûbêj kirine û got, “ya yekem ji van mijaran şerê li dijî terorê ye”. 

Fîdan, bal kişand ser wê yekê ku ew nikarin li hember dijberiya PKK ya li hember serwerîya Iraqê bêdenq bimînin û got: “Divê em rê nedin ku PKK a terorîst, ku dijminê me yê hevpar e (bi Iraqê re), têkilîyên me yên dualî jehrîn bike”.  Fîdan, amaje bi wê yekê kir ku PKK gelek gundên Iraqê û herwiha Şingal, Mexmûr, Qendîl û Silêmanîyê dagîr kiriye û got: “Em di her astê de li dijî PKK a terorîst piştgirîyê didin têkoşîna birayên xwe yên Iraqî. Herwiha em ji wan (Iraq) hêvî dikin ku wek pêwîstîyek dostanî û biratîyê, bi fermî PKK wek rêxistinek terorîst nas bikin.

 

Back to top button