CivakRojev

Encamên nifûsa Herêma Kurdistanê hatin belavkirin

Desteya Amarên Wezareta Plandanan a Herêma Kurdistanê, bi minasebeta “Roja Nifûsê ya Cîhanê” ragihand ku heta dawîya sala 2023ê hejmara rûniştvanên Herêma Kurdistanê wê zêdetirî 6.5 milyon kes be. Niha li Herêma Kurdistanê 7 milyon û 476 hezar kes dijîn, ji wan 660 hezar penaber û 266 hezar jî penaxwaz in.

Di daxuyanîya Desteya Amarên Herêma Kurdistanê de tê pêşbînîkirin ku li gor pêşbîniyan heta dawiya sala 2023ê hejmara rûniştvanên Herêma Kurdistanê (bêyî penaberan) bigihe 6 milyon û 556 hezar û 752 kesan.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku ji hejmara tê texmînkirin 3 milyon û 296 hezar û 240 mêr, 3 milyon û 260 hezar û 240 jî jin in, ji sedî 78,4 li bajaran, ji sedî 21,6 li gund û deştan dijîn.

Li gor îstatîstîkan mezinbûna nifûsê ji sedî 2 ye. Serokê Lijneya Amarên Herêma Kurdistanê Sîrvan Muhammed, doh ragihandibû ku li Herêma Kurdistanê 7 milyon û 476 hezar kes dijîn ku ji wan 660 hezar penaber û 266 hezar jî penaxwaz in.

Wek tê zanîn, Neteweyên Yekbûyî roja 11ê Tîrmehê wek “Roja Nifûsê ya Cîhanê” destnîşan kiriye.

Back to top button