
Şîrketa hevpar a Îngilîzî-Hollandî Shell, li seranserê Tirkîyê li benzînxaneyên petrolê bi dehan zimanên biyanî pêşwazî li mişterîyên xwe kir. Lê çavên xwe ji hebûna zimanê 30-40 milyon Kurdên Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê re girt û Kurdî nedît.
Shell ku navenda wê li Hollanda ye û bi şirîkatîyek Brîtanya-Hollandî ye, bi hezaran ofîsên xwe yên petrolê li Tirkîyê hene.
Shell ji bo razîbûna xerîdaran bi gelek zimanan wek Îngîlîzî, Tirkî û Erebî li ser derîyê xwe “bi xêr hatî” nivîsand.
Lê xuyaye ava reş bi çavên rêvebir û karmendên wan ve rijiyaye ku guh nedane zimanê Kurdî. Ev yek tê wateya înkara milletê Kurd û heqaretek nemirovî ye. Ji ber ku piranîya rêvebir û karmendên Shell yên Tirkîyê Tirk in, ew jî wek rêvebirên dewleta xwe neyartî û dijminatîya Kurd û zimanê Kurdî dikin.
Banga boykotê
Serokê berê yê Odeya Mîmaran a Amedê Şerefxan Aydin, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bertek nîşanî “cudakarîya” Shell ê da. Aydin got: “Ji ber vê yekê di mala me de ji bo bi milyonan kes ‘bixêr hatin’ nîne!. Ger Kurdî nebe Shell jî nemaye“ û banga boykota shell ê kir.



