CîhanRojev

Reforma penaberîyê ya YE

 

Di civîna bilind a Yekîtîya Ewropayê de ji bo reformên penaberîyê lihevkirinek pêk nehat.  Di civîna bilind a Yekîtîya Ewropayê de, ku reforma penaberiyê ya hevpar hat nîqaşkirin, Polonya û Macarîstanê ji planê re “na” gotin. Her du welat li dijî planên dabeşkirina hevseng a barê koçberîyê derketin.

Di civîna bilind a Yekîtîya Ewropayê (YE) ya ku li Brukselê hat lidarxistin, li ser polîtîkaya penaberîya hevpar lihevkirinek pêk nehat. Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel, ragihand ku di hevdîtinên dirêj ên di navbera serokên 27 welatên endam de lihevkirinek pêk nehatiye. Li şûna daxuyanîya encamnameya hevpar a li ser koçberiyê, 25 endamên ji derveyî Polonya û Macarîstanê piştgirîyê didin reformên koçberîyê. Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku piranîya endaman îradeya xwe ya berdewamkirina xebatên di hemû qadên polîtîka koçberiyê de anîn zimên. Lêbelê 25 endaman, bi îhtîyat nêzîkî daxwaza Warşova û Budapestê bûn ku bi dilxwazî ​​bicîbûn û bicîkirina penaxwazan pêk bînin.

 Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki, di lûtkeyê de diyar kir ku ew naxwazin dîmenên mîna yên li Parîsê qewimîn li welatê xwe bibînin. Moawiecki, bal kişand ser xwepêşanên ku piştî kuştina Nahel M. ya 17 salî ji aliyê polîsan ve dest pê kirin û got: “Her kes dibîne bê pêlên koçberîya ne qanûnî yek li pey ên din dikevin welatekî çi metirsiyan çêdike”.

Plana “reform” ya bi nakok Di destpêka meha Hezîranê de, piştî nîqaşên salan, wezîrên navxwe yên endamên Yekîtiya Ewropayê li ser reformek hevbeş a penaberîyê li hev kirin. Reforma navborî di nav welatên endam de, ji bo sivikkirina barê welatên ku bi koçberîya giran re rû bi rû ne, dabeşkirina hevsengîyê hildigire. Li gor vê yekê, wê her sal herî kêm 30 hezar penaber bên bicîhkirin. Planên ji bo dewletên endam ku qebûl nakin ji bo her koçberî 20,000 Euro bidin, li ser pevçûn û dijberîya bi Polonya û Macarîstanê re nakokîyan çêdike. Her çend ev her du welat nikaribin pêvajoya qanûnî rawestînin jî, îhtîmala astengkirina cîbicîkirina rêziknameya nû dibe sedema nîgeranîya Yekîtîyê.  

Rêxistinên mafên mirovan, ku dibêjin wê planên navborî yên Yekîtîyê ji bo penaberan encamên xirab derxînin, li dijî planên reformê yên YE ne. Rêxistina alîkarîya penaberan a Alman Pro Asyl, pêngava Yekîtiyê wek “Li Ewropayê firotina mafên mirovan” nirxand.

 

Back to top button