Di rapora ku ji alîyê Îstixbarata Navxweyî ya Almanyayê ve hatiye amadekirin, Tirkîye, Rûsya, Çîn û Îran di nav wan welatên ku herî zêde li Almanyayê xebatên îstîxbaratê yên de ne.
Rapora salane ya Rêxistina Paraztina Destûra Bingehîn (BfV) ku ji îstîxbarata navxweyî ya li Almanyayê berpirsyar e, hat weşandin.
Di rapora sala 2022an de ku ji alî Nancy Faeser û Serokê BfVê Thomas Haldenwang ve ji raya giştî re hat ragihandin, behsa metirsîya ji ber çalakîyên sîxurî yên Rûsyayê hat kirin.
Wezîrê Karên Hundir ê Almanyayê Faeser, di civîna çapemenîyê de axivî û got ku “Di dema şer de rêveberîya Kremlînê xwe dispêre xebatên îstîxbarata Rûsyayê”. BfV di heman demê de Çîn jî wek yek ji çar aktorên sereke yên ku li Almanyayê sîxurîyê dikin hesiband. BfV diyar kir ku Pekîn ji bo sîxurîya aborî û zanistî xetera herî mezin e.
AFP ragihand ku, du gefên din ên sîxurî yên sereke Tirkîye û Îran e. BfV ragihand ku hikûmetên Tirkîye û Îranê balê dikişînin ser kes û komên ku wan wek parçeyekî muxalefeta siyasî dibînin.
14 hezar û 400 PKKyî
BfV ragihand ku di sala 2022an de ji ber sûcên tundrew ên li Almanyayê hatine kirin rekorek hatiye şikandin. Ev hejmara ku di sala 2021an de 33 hezar û 476 bû, par bû 35 hezar û 452. Hat diyarkirin ku ji van sûcan 2 hezar û 847 ên şidetê ne. Di sala 2021ê de hejmara kiryarên şîdetê 2 hezar û 994 bû. Rêxistina Paraztina Destûra Bingehîn diyar kir ku her çend hejmara kesên “bi îslamî û terorîzma îslamî ve girêdayî ne” di sala 2022an de ji 28 hezar û 290 kesî daket 27 hezar û 480 kesî jî, “metirsîya potansiyel a terorîzma îslamî hîn zêde ye”.
Di raporê de hat diyarkirin ku selefî piştî pandemîyê dîsa çalak bûne. Di sala 2022an de hejmara kesên tev li çalakîyên tundrew ên têkildarî welatên biyanî li Almanyayê li gor sala borî ji sedî 3,8 zêde bûye û derketiye 29 hezar û 750.
Di raporê de hat diyarkirin ku PKK ya rêxistina terorê li Almanyayê 14 hezar û 500 endamên wê hene.