Polîtîk

Four win

Rojnemevana rojnama Aksama Tirkî di nivîsek ya xwe de behsa şiroveyên berpirsek bilind ya hukumeta Amerîka dike.

Rojnemevan Çîgdem Toker di vê derbarê de dibêje: Min hevdîtinek li gel berpirsek bilind yê Amerîkare kir.Ez nav nadim. Lê nirxandinên di derbarê Iraqê de kirîn siyaseta Amerîka bi xwe ye.

Taybetî piştî ku serokwezîrê Iraqê Nuri Maliki helwesta xwe li dijê Exxon diyarkirî û Exxon jî berê xwe dayî Kurdistanê helwest û şiroveyên welatên Ewropî û Amerîka di vê derbarê de gelektir bûn.

Herweha tê zanîn ku xetek ya boriyên petrolê taybet di navbera Kurdistanê û Tirkiye  tê danîn. Wek din tê gotink u gelek projeyên din di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiye de hene îro hêja nehatine eşkere kirin.

Berpirsê Amerîkî di nirxandina xwe de bi kurtahî dibêje: Pirsa enerjiyê pêvajoyek gelek hesas de derbas dibe û di warê politîk de bê istiqrare. Enerjî babetek herî stratejîke li cîhanê. Em behsa berjewendiyên herkesêkî dikin.

Em hewldanên Tirkiye ya ku dixwazê li Kurdistanê petrolê derêxê erênî dibînin. Ji ber dê gelektir petrol derkeve. Pirbûna petrol û gazê ji bu cîhanê hemiyê gelekî girîng e. Em nabêjin bila “win win“ be bila “win, win, win û win “be. Li vê derê, Tirkiye feyde dike,Iraq feyde dike, Kurdistan feyde dike û cîhana rojava feyde dike.

Çigdem Toker: Danîna xeta boriyê nevbera herêma Kurd û Tirkiye de wek di pêvajoyek dirêj de çareseriya pirsa kurd jî li gel xwe tîne. Hun çi dibêjin?

Ev babetek gelek girîng yê vê pirsêye.Lê divê em li seranserê Iraqê ve li vê pirsê jî binêrin. Israrkirina hinek li hevhatinên li gel hukumeta herêmê li gora min di çareseriya pirsa kurd de ne tiştek esas e.

Wek din berpirsê Amerîkî dîtinên xwe dibêje:

Li ser çûyina Saddam re 10 sal derbas bûn. Kurdên Bakurê Iraqê ji aliyê siyasî û civakî vel dema xwe ya zêrîn dijîn. Hinek mimkine mafên berfirehtir bixwazin û serxwebûnê daxwaz bikin.

Lê di rastiyê de herkes ji bo pêşeroja zarokên xwe bi nasnama xwe dixwaze li Bexdayê, Kerkuk û Hewlêrê bi azadî çûyîn hatinê bike.

Exxon û Chevron jî şîrketên gelek mezinin û aliyê ekonomîk ve jî gelekî bi hêzin. Biryarên xwe ew bi xwe digrin. Bandora dewletê li ser wan nîne. Malikî ji wan re dibêje“ Ya  em ya Kurdistan“ lê ma di tevahiya Iraqê de kar kirin ne mantiqîtire ji hemiyê ?

 

Nûçe: Çigdem Toker/Akşam

Werger: Rojeva Kurd/N.F.

Back to top button