Polîtîk

Serok Barzanî li gel serkirdayetiya rêxistinên Yekîtiya Xwendekar û Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê civiya

i Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî li gel serkirdayetiya her du rêxistinên Yekîtiya Qutabiyan(xwendekaran) û Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê civiya.

Di destpêka wê civînê de bi kurtî di derbarê kar û çalakiyan û amadekariyên ji bo sazkirina kongreya her du rêxistinan hate pêşkêş kirin.

Paşê Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyan kir. Di destpêka gotara xwe de Serok Barzanî bi helkefta nêzîkbûna hejdehê şubat û heftehemîn salvegera damezrandina her du rêxistinên Yekîtiya Qutabiyan û Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê pîrozbahiyê li lawan û qutabiyên xweşdivî kir û hêviya berdewamî û serkeftinê ji bo wan xwest. Her wiha ji bilî balkişandina li ser girîngiya rola qutabiyan û lawan ya li pêgihandina kadirên ji bo berdewamiya xebata siyasî û hizbî daxwaz kir ku her du rêxistin bi planeke rûn û zelal ji bo paşerojê û bi ruhekî hevalînî û niştimanperwerane û bi navê yarmetîdana proseya perwerde û pêgihandina lawan û qutabiyan kongreya xwe saz bikin.

Li beşeke dinê gotara xwe de Serok Barzanî balkişand li ser rasparde û derencamên kongreya çardeha PDK û tekez li wê yekê kir ku divê PDK ji bo wan armanc û prensîpan bigerê ku bi navê wê hatiye damezrandin.

Serok Barzanî eve jî xisterû ku çaksazî û guhertinên di nava PDK berdewam dibin bi navê bihêztirkirina biha û prensîp û armancên wê yên bilind.

Li beşeke dinê vê civînê de Serok Barzanî hevbeşiya xwe ji bo xem û êşên ziyanberketiyên erdheja heftiya derbasbûyî ya Bakûr û Rojavayê Kurdistanê û Tirkiye û Sûriye dûpatkir û pêzanînên xwe jî ji bo hevkarî û bi deng ve çûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û hemû xelkê Kurdistanê ya ji bo ziyanberketiyên erdhejê hebû.

Rewşa siyasiya Iraqê û rewşa navxweya Herêma Kurdistanê mijareke dinê gotara Serok Barzanî bûn û li vî derbarî de Serok Barzanî berçavrûniyên pêwîst ji bo amadebûyan xisterû.

Back to top button