Civak

Hayrettin Atabay koça dawî kir

Hayretin Atabay li Mersînê encama nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da. Di derbarêay de , Necdet jiyan û wefata Hayretin Atabay, nivîskar Necdet Gundem nivîsek belav giriye. Bi minasebeta wefata Hayretin Atabay me girîng dît ku vê nivîsa Gundem ji Fqacebookê de hatî belav kirin,di malperaxwe de jî biweşînin..

Hezar mixabin me mêrxasekî xwe winda kir! Hayrettîn Atabay ji ber nexweşîna pêceşerê wefat kir. 

Di 9ê meha çirîya pêşîn sala 1950î de li Dihê hate dinê. Bavê Xêredîn memûr bû. Dibistana seretayî li Êlihê(Batmanê), dibistana navî li Sêrtê, dibistana mamostetî jî li Amedê xwend. Xêreddîn zarokê malbateke fireh bû. Zewicî bû, kurek û du keçên xwe hene. 

 Jîyana xwe ya sîyasetê di salên 1967-68an de bi saya damezrenêrê T-KDP Emer TURAN (Emerê Şebab) bû. Dem ali Amedê dibistana mamostetî dixwend bi ezimandina Emer TURAN tevlî sohbetên li Otêla Demir bû. Di van sohbetan de rehmetî Seîd Elçî jî ku sekreterê giştî yê T-KDP bû  amade bû. Di dibistana mamostetî de hestên xwe yên neteweperwerî pêşde çû. Pir di bin bandora Emer TURANê ku bi caran dihate Dihê, mabû.  Danûstendina wî bi Emer TURAN re heya sala 1969an dom kir.   

Di sala 1969an de ji dibistana mamostetî mezûn bû.  Tayîna xwe ya pêşî derkete gundê Buzukra. Di sala 1970an de eskerîya xwe kir. Di sala 1971an de bû endamê KDP-T ku sekreterê xwe yê giştî Dr. Şivan (Said Kirmizitoprak) bû, tevlî kampa li Kurdistana Başûr bû. Ji ber kuştina Seîd Elçî û derdestkirina Dr. Şivan û hevalên xwe vegerîya Dihê. Di sala 1973an de bû endamê PŞDK (Partî Şoreşger î Demoqrat î Kurdistan) ku di sala 1972an de ji alî Emer TURAN û hevalên xwe hatibû damezrandinê. Wê demê PŞDK li herêmên Mêrdîn, Êlih û Sêrtê xebata rêxistinî dikir. Lê temenê PŞDK pir kin bû. Dema Necdet Gundemê ku li Zanîngeha Mamostetî ya Amedê dixwend ji PŞDKê dûr ket û bû endamê T-KDP, wek gelek endamên PŞDKê Xêreddîn jî bi pêşnîyara Necdet Gundem û Muhterem Bîçîmlî bû endamê T-KDP. Xêreddîn bû berpirsyarê T-KDP yê herêmê. 

 Di sala 1976an de di mitînga Farqînê de tevlîbûna mitîngê bi kincên netewî (Şal û Şepik)  û bi girseyî bala herkesİ kişan ser xwe.  

 Di sala 1976an de bi tevî hevalên xwe liqekî TÖB-DERê (Komela Mamosteyên Tirkiyê) li Dihê damezirand. Piştre wek delegeyê Grûba Serbixwe ya Mamosteyên Rojhilatê  tevî kongra TÖB-DERê bû. 

 Di sala 1977an de pêşengîya damezirandina liqekî DDKDê li Dihê bi awakî aktîf cîh stend.  

Di meha adara 1978an de li Sûrîyê  tevlî kampa eskerî ya KİPê (Partî Karkerî Kurdistan) bû. 

Dema vegerîya ji ber sihêf û heqaretên ku serbazekî li kurda kiribû sîllekî li serbazî da û heftîyek li hepsê ma. Wî sirgûnê Aybastî ya navça Orduyê kirin. Di sala 1978an de hikûmet guherî û paşde hat Dihê. 

Xêreddîn li Dihê ji alî xelqê ve pir dihat hezkirin û rûmetek mezin nîşanî wî didan.  Dema li gundê Buzûkrayê di dawetekî de zava û birazava ji ber teqîna tifingan ji pîyên xwe birîndar dibin serbazekî tê gund û dixwaze bi dara zorê bi gundîyan bide gotin ku sedema vê yekê Xêreddîn e. Serbaz gundîyan li ser berfê dide dirêjkirin û li wan eziyet dike. Gundî li dijî Xêreddîn tu tişt nabêjin. Ji ber vê bûyerê TÖB-DER beyanek da û bûyerê bi tundî şermezar kir.  Xêreddîn sirgûnê Mersinê û ji wir jî sirgûnê Mutê kirin. 

Di sala 1977an de bû namzedê serokatîya şaredarîya Dihê. Di hilbijartinê de Muhterem Biçimlî roleke aktîf cîh stend. Hilbijartinê bi 19 dengan wenda kir.   

 Di hilbijartina  senatoyê ya sala 1979an de performanseke bêhempa nîşan da û ji bo namzede DDKD-KİPê rehmetî Gani Sungur re  ji herêmê 4.000 deng bi dest xist. Hilbijartin bi hezar dengan hat wenda kirin. 

 Di derba eskerî ya sala 1980ê de li herêmê yên ku pêşî hatin derdestkirin ew û hevalên xwe bûn. Dema derba eskerî saet 03:00an de hate îlankirin bi tevî 18 hevalên xwe hatin girtin. Di êşkencexaneya 5an a bi navûdeng a Amedê de bi tevî hevalên xwe raza. Mêrxas bû! Tevî ku hewqas êşkence lê kirin jî berxwe da tu agahdarî neda wan.  

Di sala 1982an de dema KİP bû parçe li gel Emer Çetîn cîyê xwe girt. 

Ji berk u ji mamostetîyê hatibû avêtin bi karen cüda mijûl bû. Dema xaima wî sirgûnê Afyonê kirin ew jî pere çû Afyonê lê piştî demek kurt xanima wî ji kar dûr xistin û vegerîyan hatin Dihê.  

Demek li hepisxana Mamakê raza û vegerîya hate Amadê. Liv ir di şirketeke kargoyê kar kir. Piştre li Çukobîrlîka li Edenê dest bi kar kir. Sala 1996an dev ji kar berda emeklî bû û li Mersînê bi cîh bû. 

Di sala 1994an de tevlî Platforma Demokratîk a Kurd bû. Di sala 1996an de bû damezrênerê DKP(Demokratik Kitle Partisi) û bû serokê liqê Mersînê.  

Di sala 2000an de di avakirina Platforma Yekîtîya Demokratîk a Kurd (KDBP) de cîh stend. Li hember avakirina HAK-PARê derket û dev ji sîyasetê berda.

Necdet Gundem

Back to top button