Kolektîfa Sînemaya Nû wê di tevahiya meha Îlonê de li gundên Êlihê ji bo zarokan fîlmên kurdî bên nîşandan.
Kolektîfa Sînemaya Nû li gel Komeleya Çand û Hunerê ya Êlihê (BART) û Yenî Şahne ye, li gundên Êlihê û navçeyên wê zarokan bi sînemaya kurdî re tîne cem hev. Kolektîfê ji bo zarokên di warê çandê de astengdar ên li gundên Êlihê dijîn karibin bi zimanê xwe yê zikmakî li fîlman temaşe bikin, yekemîn çalakiya xwe di 2’ê Îlonê de li gundê Binatliyê li dar xist.
Kolektîfa Sînemaya Nû ya ku li meydanên gundan bi kurdî fîlmên anîmasyonî nîşan dide, ji bo zarokên li gund motîvasyona beşdarbûna fîlman zêde bikin, beriya pêşandan palyaxan jî nîşan dide. Komxebat plan dike ku di meha Îlonê de serdana 15 gundan bike.