Goran Yekêtiye û Yekêtî jî her Goran e
Endamekê berê yê polîtbûroya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di hevpeyvîneke xwe de dibêje ku, dê rojek bê YNK û Tevgora Goran hevbigirin.
Ferîdun Ebdulqadir endamê berê yê polîbûroya YNKê di hevpeyvîneke xwe de digel rojnameya Hewlêrê ku, ji başûrê Kurdistanê weşana xwe dike, dibêje ku, piştî Goran ji YNK veqetiyayî navbeta her du aliyan nexweş bû:
– Lê nuha têkeliyên navbera YNK û Goranê normal in û berjewendiya wan di wê yekê de ye ku, her du rêxistin yekbigir in.
Ebdulqadir di berdewamiya hevpeyvîna xwe de pêşbînî dike ku, rojeke bê û YNK û Goran yekbigirin û dibêje:
– Goran Yekêtiye û Yekêtî jî her Goran e. Dema YNK ava bû ji sê rêxistinan pêkdihat. Niha jî YNK dikare bibe durêxistin yan jî sê rêxistin.
Ferîdun Ebdulqadir endamê berê yê polîbûroya YNKê behsa rêkeftina stratejîk a di navbera YNK û PDKê de dike û dibêje ku, Celal Talebanî hevpeymaniya digel Partiyê gelek mokim girtiye.