Polîtîk

Hikûmetê pirojeyên giring pesind kirin

    

Civînê bi xwandina reşnivîsa her çar qanûnan; qanûna kanzên filzî û nefilzî, qanûna kompaniya Kurdistanê bo dîtin û berhemanîna neftê û qanûna sindoqa dahatiniyên neft û gaze dest pê kir. Piştî gotûbêjkirina wan, ew her çar qanûnan weke reşnivîs ji bo pesindkirinê ji parlamentoya Kurdistanê re hatin şandin.

Bi pesindkirina wan qanûnan, bi timamî karûbarên girêdayî kanzayên fizlî û nefizlî li herêma Kurdistanê dê bê rêxistin û dê kompaniyên biyanî di wan waran de, bi awayekî ku, sudekeî gelek baş bo herêma Kurdistanê hebe, hilbirînê bikin. Herwesa sindoqeke taybet bo dahatiniyê wan kanzayan ku, hemû dahatiniyê kanzayên herêma Kurdistanê tê de kom bibe, dê bê avakirin.

Di civînê de, civata wezîran biryar li ser bilindragirtina bîranîna 25saliya enfal û kîmiyabaranê ku, ji aliyê wezareta enfal û kerûbarên şehîdan ve amadekarî bo dihête kirin, da û komîteyeke bala j civata wezîran bo vê bîranînê hat pêkanîn.

Bilindragirtina 25saliya enfal û kîmiyabaranê di ware bilindkirina sewyeya hişiyariya netewî, siyasî, dîrokî û kulturî û zêdetir rêzgitin li şehîdan û zimetkirina malbatên wan û binavdelwtîkirina nasandina wan tawana weke jênosîda roleke mezin bilîze.

Civata wezîrên hikûmeta Kurdistanê daxwaz ji hemû wezaretan, parlamento, serokatiya herêma Kurdistanê û hemû partî û rêxistinan, saziyên ragehandinê, hunermen, filmsaz û rewşenbîran kir ku, piştgirî û beşdariyê div ê yada pîroz de bikin.

Back to top button