AKADEMÎYA KURDÎ LI STOCKHOLM
Komkujîya li Konyayê ku paşbingeha wê plana kûr, zimanê bi kîn û tehrîkkirinê ya AKP/MHP´ê ye. Zimanê ku AKP/MHP bikartîne şer û komkujî bixwe ye.
Dedeogullari li Taxa Hasanköy ya Navçeya Meram a Navendî li mala xwe dijîn, lê bûbûn hedefa êrîşan. 7 kes ji malbatê hatin kuştin û piştre xaniyê wan jî hat şewitandin. Komkujiya li Konyayê karê zîhniyeteke faşîst, nîjadperest û hovan e. Ev êrîşeka nîjadperest û plankirî ye. Planeka pir kûr e.
“Komkujîya organîzekirî dişûbe yên Suruc, Cizîr, Afrîn, Roboskî, Ceylanpinarê…”
Berpirsê vê êrîşê ”AKP/MHP & Dewleta Tirk” bi xwe ye. Berpirsyarê vê komkujiyê dewleta tirk (AKP/MHP) ku ew antî Kurd e; ew zimanê nefret, bi kîn û tehrîkkirinê bi hezkirên xwe dide gotin ku bû sedemê pêkanîna bûyerên nîjadperestîyê. 7 kurd hatin kuştin.
Bi sedan êrîşên wisan plankirî pêk hatine û tawankir (sucdar) nehatin cezakirin.
Akademî Kurdî sersaxîyê ji malbat, dost, heval, hezkirên malbata Dedeogullari û ji tevahîya gelê Kurd re dixwaze.
Gelê Kurd ji bo mafê xwe serî natewîne. Bibin Yek!
Divê Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê ji sûcdaran /tawankiran hesab bipirsin.
“Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: Divê berpirsên êrîşa ku malbata kurd li Konyayê kuştin, hesab bidin.” Akademîya Kurdî digel gotina wî ne. Helwesteka rast e.
Enfalkirina Barzaniyan ji alîyê hikumeta Saddam Huseyn ve, birîneke kûr ya din e.
Hukumeta AKP û MHP dişûbe hewldanên Elmanya Nazî yên tunekirina Cihû û Romên Ewropayê, tunekirina sîstematîk… Çewsandin, zerardayîn û kuştina mirovan ji ber eslê wan binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Ji ber vê yekê, divê Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê karên xwe bikin.
Di sala 1948an de welatên endamên Neteweyên Yekbûyî ji bo Peymana Jenosîdê deng dan û peymanekê îmzekirin ku ev peyman pêşî li jenosîdê bigire. Peyman komkujî / jenosîd wekî şîdeta fîzîkî an psîkolojîkî ya bi mebest û kuştina girseyî ya komên diyarkirî yên neteweyî, etnîkî, nijadî an olî pênase dike.
Akademîya Kurdî li Stockholmê:
Divê hemû Kurd li dijî êrîşên nîjadperestî û hovane bibin xwedî helwesteka hevpar û yekgirtî, li tevahîya cîhanê.
AKADEMÎYA KURDÎ LI STOCKHOLM,
Beşa derve ya mafê mirovan
29.07.2021