Wezareta Derve ya Amerîkayê daxûyanîkirin ku,7ê Nîsana 2021ê bi fermî qanûna dorpêçan a CAATSAyê li ser Tirkiye destpê dikin. r
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ew siza li dijî Serokatiya Pîşesazî ya Berevaniya Tirkiyê, serokê wê dezgehê Îsmaîl Demîr, Cîgirê Serokê Pîşesazî ya Bergiriyê Tirkiyê Faruk Yigit, Serokê Nivîsgeha Feza û Berevaniya Asmanî Serhat Gençoglu û Rêvebirê Grûpa Nivîsgeha Feza û Bergiriyê Asmanî û Serokatiya Pîşesazî ya Bergiriyê Mustafa Alper Deniz têne cîbicîkirin.
Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Antony Blinken sedema sizayan weke “peywendiyên wan kes û saziyan bi dezgehên îstixbatî û berevaniyê yên Rûsyayê re hebûne” nîşan da.
Di çarçoveya sizayan de kesên navborî eger li Amerîkayê saman û pere hebin, dê bêne ragirtin û vîzeya Amerîkayê jî ji bo wan neyê dayîn.
Amerîkayê ji ber kirîna mûşekên S-400 par di meha Kanûnê de biryar da ku curên cezayan li ser Tirkiyê bisepîne û li gor yasaya dorpêçan a bi navê CAATSA ya Amerîkayê, Serokê Pîşesaziya Bergiriyê li Wezareta Berevaniya Tirkiyê ÎsmaÎl Demir û 3 kesên din xistin bû lîsteya sizayan.
Cezayên ku wê li ser Tirkiyê bêne sepandin, di çarçoveya qanûna CAATSAyê de ne ku ew yasa taybet e bi têkoşîna li hemberî dijminan a bi rêka cezayan e.
Pêştir serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump rê li ber sizayên Amerîkayê yên li dijî Tirkiyê girtibû.
Kongresa Amerîkayê di sala 2017an de qanûna CAATSAyê pejirandibû.
Bi wê yasayê rêya sepandina cezayan li dijî Rûsya, Îran û Koreya Bakur vebibû.
Amerîkayê cara ewil di îlona 2018an de li dijî Çînê qanûna CAATSAyê bikar anîbû.
12 cureyên cezayên CAATSAyê hene ev jî ev in:
1- Serokê Amerîka dikare Eximbankê rasipêre ku ji bo kesên cezakirî dema krêdiyan dirêj neke, nehêle kelûpelan veguhêze û garantî û bîmeyan nede wan.
2- Serokê Amerîka dikare fermanê bide hikûmeta Amerîka û nehêle lîsans û belgeyên pêwîst ji bo hinardekirina mal û milk û teknolojyayê bide kesê cezakirî. Ev madde, Kelûpelên serbazî û yên atomî jî li xwe digre.
3- Serokê Amerîka dikare nehêle saziyên aborî krêdiyê bidin kesê cezakirî. Li gorî vê biryarê, kesê cezakirî dikare herî zêde 10 milyon dolar krêdî wergire û bikar bîne.
4- Serokê Amerîka dikare fermanê bide payebilindên Amerîkî yên di nava saziyên aborî yên navdewletî de ku nehêlin kesê cezakirî krêdiyê wergire û di dema dengdanê de li dij derkevin.
5- Eger aliyê ku tê cezekirin saziyeke aborî be, wê karûbarê wê di bazara Amerîka de bêne sînordarkirin û nehêlin xwe bigihîne çavkaniyên aborî.
6- Rêveberiya Amerîka dikare wergirtina mal û xizmetê ji kesê cezakirî rawestîne.
7- Serokê Amerîka dikare di nava sînorê desthilata Amerîka de nehêle kirîn û firotina diravên biyanî di berjewendiya kesê cezakirî de were kirin.
8- Serokê Amerîka dikare di nava sînorê desthilata Amerîka de, nehêle dan û standina pereyan yan jî dabînkirina krêdiyê di sûda kes yan saziya cezakirî de çêbibe.
9- Dikarin rê li ber wê yekê bigrin ku kesê cezakirî li Amerîka mal û milkekî bikre û bifroşe.
10- Serokê Amerîka dikare nehêle kes yan jî saziyeke Amerîkî berhemên kesê cezakirî bikre.
11- Serokê Amerîka dikare bi riya Wezareta Derve ya Amerîka nehêle kesên cezakirî vîzayê wergirin. Serok dikare, fermana dîportkirina wan jî bide Wezareta Ewlekariya Hundir.
12- Serokê Amerîka dikare rêvebir û rayedarên aliyê ku tê cezakirin, bi temamê van cezayên ku behsa wan bû, ceza bike.