KulturRojev

Nivîskarê Îtalî:Nivîsandina zimanê Kurdî bi serê xwe şoreşek e..

Nivîskarê Îtalî Francesco Marliungo, du pirtukên Mehmet Uzun ên Kurdî wergerandin zimanê Îtalî.

Pirtuka nivîskarê Kurd Mehmet Uzun a Tu û Bîra Qederê wergeran zimanê Îtalî. Francesco Marliungo demek dirêj li Diyarbekirê maye û di vê deme de kursên zimanê Îtalî vekirin û kurd fêrî zimanê Îtalî dikiran ,di heman deme de Francesco Marliungo bi xwe jî fêrî zimanê Kurdî dibûye.

Francesco Marliungo dibêje, gelek balkêş bû ku kurd nikarin bi aweyek fermî zimanê xwe bi kar bînin. Edebiyata kurdî ya hevdem bi Mehmet Uzun destpê kirye û ji bo wê girînge ku ez pirtukên wî wergerînim Îtalî. Bila xelkê Îtalya jî edebiyata Kurda nas bike.

Francesco Marliungo

Marliungo wergera pirtukên Kurdî ji bo zimanê Îtalî girîng dibine û dibêje:

TU pirtuka Uzun ya ewile.Min xwest ez bi wê destpêbikim, ji ber ku gelek bi zehmetî ev pirtuk nivîsandiye.Li cıvata Kurdî de serpêhatiyên girtigehê gelek belav bûne.

Pirtuka duyem jî Bîra Qederêye.Ev girînge ji ber ku di vê pirtukê de bhsa jiyana Celadet Bedirxan dike. Celadet Bedirxan ji bo ziman û edebiyata Kurdî gelek kesayetek mezin û girîng e. Min gelek xwest ku xwendevanên Îtalî vî kesayeta girîng nasbikin.

Back to top button