Polîtîk

YNK doza du îdarebûnê dike

Roja 10 ê Gulanê Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi amadebûna hevserokên vê partiyê li Silêmaniyê civiya . Piştî civînê daxûyaniyek ragihandin ku, ev daxûyanî û helwesta YNKê ji bo yekrêziya  di nava mala Kurde heyî metirsiyekî peyda dike.

YNK di daxûyaniya xwe dibêje: Civîna Encûmena Serkirdatiyê di vê baweriyê de ye, ku civîna roja 07-05-2020 a Parlamentoya Kurdistanê, pêşhatekî metirsîdar e ji bo têkdana yekrêziya niştimanî û tifaqa siyasî ya navbera hêzên pêkhênerên parlamentoyê û proseya siyasî ya Kurdistanê jî xiste jêr pirsyarê, bi taybet tevlîkirina kursiyên kota yên pêkhateyan di pirsa piranî û kêmanî ya demokrasiyê de, ku ev yek betalkirina naveroka mafên pêkhateyan e di cewhera beşdariya demokrasî de û nûneratiya wan a rasteqîn di saziya yasadanînê de, ku YNKê baweriyeke xurt û cêgir bi wan mafan heye û pêdagiriyê li ser wan dike.

Beşek di daxûyaniyê de YNK weha dibêje: Li ber ronahiya van pêşhatan, Encûmena Serkirdatiyê biryar da ku bi hevahengî û şêwira li gel aliyên siyasî, helwesteke hevbeş were amadekirin ji bo rêgirîkirin li tekrewiyê û bikaranîna saziyeke demokrasî û niştimanî ya wek parlamentoyê ji bo berjewendiya biçûk a hizbî.

Wek tê zanîn roja 7ê Gulanê parlementoya Kurdistanê bi rojeva rakirina parêzbendiya 4 parlementeran civiya bû. Du parlementer ji wan Goran, yek ji PDK û yek jî ji Komeleya Îslamû bû. YNK civîna parlementoyê boykot kir. Lê parlemento bi piranî civiya û pirsa 4 parlementeran gotubêj kir û di encamp de cardin bi piraniya dengan parêzbendiya parlementerê Komela Îslamî Soran Omer rakir û bi vê yekê jî rêya dadgehkirinê ji bo Soran Omer vebû. Lê YNK rastiya parlementoyê qebûl nake û ne wek hêzek siyasî tevdigere. Serokê Parlemntoyê ji YNKê ye, YNK di nava hukumetê deye. Başe ev helwesta ji bo çiye?

Ji aliyek din YNK bi hemû awayî hewl dide ku Silêmaniyê ji herêma Kurdistanê cuda bike û Bexdayêve girê bide. Ev armanca YNKê ye gelek cara hatiye rojevê, YNK her demî vê yekê wek tehdîdekî li himber PDKê bi kar tine.

YNK di daxûyaniya xwe de behsa pirsa veqetandina Silêmaniyê ji herêma Kurdistanê bi awayekî dike û projeya nenawendiya îdarê dike û dibêje: Ev mijar êdî bûye daxwazeke gelerî û divê di demeke nêzîk de were cîbicîkirin.”

Back to top button