Polîtîk

Malikî pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir

Malikî pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir

Piştî kabîneya heftem a hikûmeta herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî ji aliyê parlamentoya Kurdistanê ve hatî qebûl kirin û sûnda yasayî xwarî, serokwezîrê Îraqa federal Nurî Malikî peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Malikî di peyama xwe de pîrozbahiyên gerim li Nêçîrvan Barzanî û kabîneya wî dike û dibêje:

Ez kêfxweşim ku, we wke serokê hikûmeta herêma Kurdistanê dest bi karê xwe kir. Bi vê minasebetê pîrozbahiyan li we dikim û hêvîdarim  serkeftî bin

Malikî di berdewamiya peyana xwe de hêvî dike ku, destbikarkirina nÊçîrvan Barzanî weke serokwezîrê Kurdistanê bibe sedemê çareserkirina hemû pirsên di navbera Bexda û Hewlêrê de hilawîstî mane û dibêje:

Ez hêvî dikim ku, destbikarkirina we bibe sedemê çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hilawîstî mane. Herwesa bibe sedemê berhevbûna atmosferekî birayane û peywendiyên xurt di navbera her du gelên kurd û ereb li Îraqê.

Back to top button