Kongreya ciwanan alayê Kurdistanê qebûl nekir
Di roja dawî ya konferansa neteweyî ya ciwanên Kurdistanê ku li bajarê Hewlêrê hat sazkirin, 17 rêxistinên nêzîkî PKKê bi rêxistinên din re ne hevdeng bûn li ser ala Kurdistanê û bi demkî konferans boykot kirin.
Roja 15.03.2012ê duyemîn konferansa neteweyî ya ciwanên her çar parçên Kurdistanê li jêr navê (bo hevgirtina neteweyî ya ciwanên kurd) li Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê, hat girêdan û 3 rojan berdewam bû.
Konferans bi pêşkêşkirina çend qewîtiyan ku ji 20 xalan pêk hatibû bi dawî hat, lê 17 rêxistin li ser xala 18ê ne hevdeng bûn ku qala ala Kurdistanê dike û dibêje: “Alaya Kurdistanê alaya neteweyî ya kurdan e û pêwiste hemû aliyek rêz lê bigire û di ser alaya partiyan re bê girtin.”
Di dema xwendina wê xalê de, piraniya endamên rêxistinên beşdar di konferansê de rabûn ser piyan û ji alaya Kurdistanê re li çepikan xist. Lê 80 endamên li ser 15 rêxistinan ku nûnerên PKK, PJAK, PYD û PÇDKê bûn, bi vê xalê razî nebûn û ji cihên xwe ranebûn.
Kordînatorê Komeleya Ciwanên Kurdistanê ku rêxistineke ciwanan ya girêdayî PKKê ye Şîmal Ulkem got:
– Em dikarin li ser karên ciwanên her çar parçên Kurdistanê biryarê bidin, lê em nikarin biryarê bo gelê Kurdistanê bidin. Ciwanekî 23 salî yê Kurdistanê nikare biryarekê li ser xelkê her çar parçên Kurdistanê ferz bike û alaya Kurdistanê diyar bike.
Şîmal ku, di konferansê de gotarek pêşkêş kir, pêşniyar kir meseleya destnîşankirina alaya Kurdistanê di kongreya neteweyî de biryar li ser bê girtin û bê yekalîkirin, ne ku di kongreya ciwanan de û got: “Li ser vêya me kongr boykot kir.”
Di encamnameya kongreyê de ew xal kiribû xalên neçarî ku di karê wan rêxistinan de deng vede, lê piştî saetekê ji derketina nûnerên wan saziyên girêdayî PKKê, di encamê de li ser wê yekê li hev kirin ku tevahiya xalan bo kongreya neteweyî bên pêşkêşkirin û li wir biryar li ser wan bête dayin, piştî vê biryarê 17 rêxistên nûnerên PKK, PJAK, PYD û PÇDKê, hatin nava salona kongreyê.
Sekreterê Yekîtiya Lawên Demokrat yên Kurdistanê Omêd Xoşnaw, li ser vî pirsê, ji Rûdawê re got:
– Em alaya Kurdistanê diyar nakin, em dibên divê rêz li alaya Kurdistanê bê girtin, bila di kongreya neteweyî de biryareke yekalîker bê standin û tevahiya parçên Kurdistanê rêzê lê bigirin.
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di yekemîn roja konferansa ciwanên Kurdistanê de ragihand ku îsal kongreya neteweyî tê girêdan, dixuye li wir jî alaya Kurdistanê pirsgirêkan derxîne holê.
Alaya niha ya Kurdistanê ku piştî damezrandina komara Kurdistanê li Mehabadê di sala 1945ê de, ji aliyê kurdan bi awayekî giştî wek alaya welat tê dîtin, lê PKK ji xeynî alaya partiya xwe û hêza xwe ya çekdarî û organên xwe yên din, çend sal e di dewsa alaya Kurdistanê de bilind dikin, ku pêk tê ji sor û zer û kesk, ne wek alaya Kurdistanê ku pêk tê ji rengên sor û rojek bi rengê zer li ser rengê spî û rengê kesek.
Endamê berê yê konseya serokayetiya PKK Osman Ocalan, şaşmayîna xwe ji vê helwesta rêxistinên nêzîkî PKKê nîşan da û got ku konseya serokayetiya PKKê ji sala 2002ê ve alaya niha ya Kurdistanê qebûl kiriye.
Osman ku birayê rêberê PKKê Abdullah Ocalan e û berîya çend salan cuda bûye û li Koye rûdine, got:
– Wê çaxê desteyeke kongreya neteweyî ya Kurdistanê serdana me kir li çiyê, daxwaz ji PKKê kirin ku alaya Kurdistanê wek alaya xew bibîne, lê wê demê serkirdayetiya PKKê bû du beş û hinekan qebûl kir û hinekan jî red kir, dû re bi navê konseya serokayetiya PKKê me ew ala wek alaya Kurdistanê qebûl kir. Demekê ev ala bi awayekî diyarkirî ji aliyê hinek lîderên PKKê hat danîn, lê dû re hat rakirin.
Osman got jî:
– Niha herdu grûpên çep û elewî desthilatdar in di nav PKKê de û bi hev re kar dikin, ev herdu grûp zêdetirî hêza wan di nav ciwanan de heye, lewra girêdana ciwanan a neteweyî qels e û dikarin red bikin, ku ev jî tiştekî pir nexweş e bo gelê kurd.