Polîtîk

Hinek partiyan ji bo hilbijartinên herêmî tifaq ragihandin

Eve demek dirêje di navbera HDPê û hinek partiyên kurd de ji bo hilbijartinên herêmî hevdîtin tên kirin . Di dawiyê de HDP li gel hinek partî û aliyên siyasî gihat encamekî û li gora xwe Tifaqek ragihandin.

Tunebûna partiyên wek Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK), Partiya Sosyalist a Kurdistanê(PSK) , HAK-PAR û HUDAPAR di vê tifaqê de balkêşe û kemasiyek mezin e.

Ev aliyên gihan hev ji xwe berê pêdê Komeleya Kurdên Şoreşgêr ên Demokrat (DDKD) û Partîya Komunîsta Kurdistanê (KKP) li gel HDPê di nava hevkariyekî de bûn. Li vê derê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye, Platforma Demokratên Kurdistan (PDK) û Hereketa Azadî nû ne.

Bê goman dê gelek rexne û nirxandin li ser prensibên vê Tifaqê bêne kirin. Ya herî girîng ka gelo HDPê çi di bin sêwana xwe de daye van partiyan dê rojên pêşiya me de eşkere bibe.

Ev daxûyaniya Tifaqêye ku ji Raya Giştîre hatiye ragihandin:


Ji ber ku hilbijartinên heremî, ji bona desthilatdarîya heremî û bicîhbûna demokrasîyê giring in, jixwe ji me Kurdan re ev hîna giringtir in. Hilbijartina 31 Adarê ji ber hinek sedemên ku emê li jêr bînin ziman hîna giringtir bûne.

1-Piştî pergala serokatiyê li Tirkiyê eşkere xuya dike ku parlamento ji derb de ketiye û pê re ji giringiya îdareyên heremî hina zêdetir bûye.

2 -Desthiladar, mixalefet û partîyên sîstema Tirkiyê, bi plan û programan berê xwe dane doza gelê me û dixwazin ku di mêjiyê gel de hinek têgihiştinên çewt bicîh bikin. Ew dixwazin ku gelê me ev fikir bi wana re çebibe; “ em herin ser sindoqan jî, em neçin jî wê tu cudabûn çênabe, çawa be jî ew dê li şaredarîyan qeyûm werin tayinkirin.” Bi vê têgihiştina çewt dixwazin gelê me ji siyasetê sar bikin, bi van dîtinên çewt gelê me ji xwe re dikin hedef.

3- Serokê MHPê Dewlet Bahçelî di derbarê Kurdan û hilbijartina heremî li Kurdistanê de dibêje; “heke Kurd careke din desthilatdariya heremî ji destê qayûman derxînin, wê hinek daxwazên wana hîna kûrtir bibin. Ev jî wê Tirkiyê bibe devereke din. Ji bona ku em bikevin pêşberî vê yekê divê em eşîran têxin dewrê” anku Bahçelî dibêje, bila Kurd hilbijartinan winda bikin, bila MHP jî hilbijartinê winda bike lê bila dewletaTirk winda neke.

4-Piştî ku pergala serokatiyê bicîh bû desthilatdariya AKP û rejîma Tirkiyê têne bûye ya zilamekî. Ji bona ku em bikaribin bi hilbijartinên meşrû û îrada gel vê pêvajoyê derbas bikin, divê em karibin tifaqên gelek berfireh li Kurdistanê pêk bînin.

Ji ber vê yekê em tifaqa xwe li Kurdistanê, li Tirkiyê û li dinyayê, ji raya giştî re radigîhînin;

a) Em tevger û partîyên Kurdistanî ku îmzeyên me li jêr hene, di bin sîwana HDPê de, di hilbijartinên heremî de tifaqa xwe îlan dikin.

b) Tifaqa Cumhur ku dixwaze îrada gelê me careke din desteser bike û bi formula ku dibêje “ Bila Kurd winda bikin” siyasetê dike. Li himberî vê dîtinê em jî dibêjin.“Bila Tifaqa Hilbijartina Kurdistanî û gelê me biserbikeve, bila partîyên me biserbikevin. Bi wan helwestan em dixwazin ku derfet û destkevtinên xurt bi dest bixînin.

c) Bi Tifaqa Hilbijartina Heremiya Kurdistanê em dixwazin sîyaseta sivîl- demokratîk xurt bikin, ji bona vê yekê em bi bawerî têdikoşin. Û ya herî giring jî em nirxên gelê me yên netewî diparêzin û êrişên kuli ser gelê me hene di bingeheke sivîl-demokratîk de em li himberî van êrişan derdikevin.

d) Di tifaqa hilbijartina heremî de tevger û partiyên me amaje pê dikin ku di nava gelê me de kultura hevkariya netewî-demokratik pêş de bibin. Dîtinên şaş ku di nava Kurdan de heta niha belav bûne, weke ku tê gotin “Kurd nikarin tifaqa bi hevdû re ava bikin”, Em dixwazin vê dîtina şaş di hilbijartinên heremî de bişkînin, vala derxînin û li gora daxwaza gelê xwe tevgerê bikin.

e) Di Tifaqa Cumhur de (AKP-MHP) dibêje; ji bona pêşeroja dewleta xwe em tifaqê ava dikin, lûksa me ku em ji hevdû bixeyidin tune ye, ji ber van sedeman em tifaqê çêdikin û li hev dikin. Em tevger û partiyên Kurdan jî nakokî û cudabûnên xwe paş de vêdikişînin û li ser nirxên hevbeşên Kurdan em tifaqa xwe di hilbijartinên heremî de radigîhînin.

f) Ya herî giring jî ev e, daxwaza Kurdan ku îro hemû gelê me dike yek, ango perwerde û fêrbûna bi zimanê dayikê di serî de û têkoşîna ji bona mafê çarenûsa netewa xwe ku me Kurdan hevbeş dike, bi vê hişmendîyê emê di şaredariyan de helwesteke netewî – demokratîk pêş de bibin. Di warê heremî de emê bixwazin ji gelê xwe re xizmetê bikin.

g) Kurdên ku di hilbijartinên heremî de li derveyî tifaqa me tevgerê dikin, em rûmeta nişanî îrada wana didin û helwesta wan a weke mafeke demokratîk dinirxînin. Lê belê di van şert û mercên ku me bi kurtasî li jor anîne ziman, em dixwazin di hilbijartina 31 Adarê de Kurd bi yek tifaqê bi hevdû re tevgerê bikin. Beşdarbûna Kurdan bi tifaq û bi hev re giringîyeke dîrokî ye û di berjewendiya gelê me de ye. Emê heta dema dawî ji bona hilbijartina heremî yekrêzî û tifaqa Kurdan biparêzin, banga xwe dubare bikin û bangî van hevalan bikin ku beşdarî tifaqa me bibin.

h) Em dîsan giring dibînin ku HDP di hilbijartinên heremî de bi hêzên demokrasîyê li Tirkîyeyê re tifaqên berfireh ava bike.

Em ji raya giştî re bi rêz radigîhînin: Em bawer dikin û emê serkevin, dê gelê me / gelên me biserkevin, dê tifaqa me biserbikeve, emê biserbikevin.

Hereketa Îslamiya Kurdistanê (Azadî)
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)
Komeleya Kurdên Şoreşgêr ên Demokrat (DDKD)
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)
Partiya Mirov û Azadiyê (PIA)
Partîya Komunîsta Kurdistanê (KKP)
Platforma Demokratên Kurdistan (PDK)
Partiya Demokrata Kurdistanê- Tirkiye (PDK-T)

Back to top button