Civak

Merasîma xelata aşitîyê ya kurda êzidî NadiyaMurad

Nobelkomîteya Norwecê Kurda êzidî Nadiya Murad xelat kir. Xelatkirina  wê bûye cîhê dilxweşiya kurdan. “Nobel´” bingeha xwe ji peyva “Alfred Nobel” wer digire. Xelata Nobelê ya Aşitîyê bi Alfred Nobel girêdayî ye. Di sala 1901ê de Komîsyona Nobel a Norwêc/ Oslo´yê Xelata Aştiyê ya “NOBEL” dabû  Alfred Nobel. Ev biryar di roja 10ê meha 12an a sala 1901ê de hatibû dayîn û biryarkirin.​

Nobelkomîteya Norwecê xwediyê tradisyoneka kevn e. Xelata Aştiyê ya Nobel´ê ji sala 1901ê heta 10ê Çileya Pêşîn a  sala 2018´ê li Norwecê berdewam dike. Komîteya Nobel û seroka wê Berit Reiss-Andersen di derbara  “Xelata Nobel´ê” de  biryar dabû ku Xelata Aştiyê ya Nobelê ji bo sala 2018-ê  bidin Nadia Murad û Denis Mukwege´yî ji bo şer û têkoşîna wan li dijî zordariya cinsî;  di şerî û pevçûnan de… ​

Ev xelat ji aliyê Seroka Nobelkomîteya Norwecê Berit Reiss-Andersen ve hatibû eşkere kirin ku kurda êzidî Nadia Murad û doktor Denis Mukwege Xelata Nobel a Aşitîyê wer girtine. Nobelkomîteya Norwecê Nadiya Murad mîna parêzvana mafên mirovan dibîne. Parastina Mafên Mirovan pir girîng e. Komîteya Nobel a Norwecê roleke baş dileyîze  û ji ber vê yekê ye, Nobelkomîte parastina Mafên Mirovan bixwe ye. ​

Seroka Nobelkomîteya Norvecê Berit Reiss-Andersen e. Nobelkomîte ji pênc kesan pêktê û ew pênc kes ev in: ​

1. Berit Reiss Andersen​

2. Henrik Syse, cîgirê Serok​

3. Thorbjon Jagland, endam​

4. Anne Enger, endam​

5. Asle Toje, endam​

Endamên alîkar:​

1.Tone Jonstad​

2. Knut Vollebaek​

3. Gunnar Stålsett​

Di mîjarên taybet û praktîkê de Nobelînstîtûya Norveçê alîkariya Nobelkomîteyê dike.​

Nadiya Murad dîl kete destên çekdarên Daeşê û ji bo wê ew dojeh (cehenem) bû. Naçarkirin, mecbûrkirin û bi zorê pê re razan.. Gava ku Nadiya Murad behsa çawan û bi çi hawayî tecawizên wê kirine, dike û bi peyva  bêgavbûnê re (mecbûrbûn) axînî ji kûrahiya wê tê… ” Ez dê têkoşîna xwe berdewam bikim, heta bi heta, lê ji bo me sebr, tehamûl û taqet pêwistin.” Nadiya Murad niha li welatekî biyanî, xerîb, nenas dimîne. Ez bawerim wê bêrîya bira, xwişkên xwe, mirovên xwe û gundê xwe kirîye. Nadiya Murad li ba çekdarên Daeşê (ÎS/ÎŞIŞ7ISIL) objekta sexsê bû û tecawizên wê kirin. Ew koleya ”Dewleta Îslamê” bû. Lê piştî çend mehan revîya û berê xwe Duhokê û ji wê derê jî, çû Elmanyayê û li xerîbîyê bi cîh bû. Niha Daesh li pey wê ye û ew dixwaze wê bikuje. Lê Nadiya Murad dibêje: ” Ez qet natirsim. Ez weke koleya sexsê hatim firotin û ez dê heta bi heta li dijî Daeshê têkoşînê bidim. Tiştên ku hatine serê min, min dîtin ji mirinê jî, xerabtir bûn. ​

Nadia Murad dîl (êsîr) ketibû destên çekdarên Daeshê û ew bi zorê pê re razan, dest avêtin namûsa wê, tecawizên wê kirin, bi kiras û derpiyên wê  dileyîstin. Înkence lê kirin, dixwestin ku rûmeta wê bişikênin. Nadiya Murad li gundê Kojo yê  Şingarê jîyaneke bi  şad digel xwişk, bira, xizm, cîran, nêzikên xwe û mirovên xwe derbas dikir û li gorî wê ew jîyan ji hemû jîyanan xweştirîn bû. ​

Ez vebigerim ser helwesta Swêdê ya di derbara Nadiya Murad de. Wezîra derve ya Swêdê Margot Wallström di 8ê Adara 2016an de girîngiya Xelata Nobel a Aşitîyê anîn ziman û Swêd piştîvaniya Nobela Aştiyê dike. Di 8ê Çiriya pêşîn a sala 2018an de civîneke çapemeniya Amerîka, li bajarê Wasshintonê pêkhat û Nadiya Murad bi xwe jî, li wir amade bû.​

Di derbara mîjara Şingarê de Neteweyên Yekbûyî dibêje: Rewşa Şingarê pir xerab e. Li wir komkûjî yan jî nîjadkujî ye. Ev komkujî ji aliyê dîktatorek, kesek an jî, dewletê ve tê pîlankirin. “Rewşa Şingarê ji Rwaanda û Srevreniceyê jî xerabtir e.” ​

Çalakvana  mafên mirovan, keça Kurda Êzidî, Nadia Murad di sala 1993an de li gundê Koço yê bajarê Singarê ji dayîka xwe bûye û ew li wî gund mezin bûye. Di sala 2014an de leşkeriyên ”Daeshê” (ÎS) derûdora gund pêçandin, dagirkirin û Nadiya Murad kete destên çekdarên DAEŞÊ. Wê birin bajarê Mosulê û li wir kirin koleya sexsê. Lê rojek ji rojan, dergevanê Daeshê derîyê xaniyê ku Nadiya li wir dima, vekerî hiştibû, hingê Nadiya keysê dît û revîya, çû Dihokê û ji wir çû Almanyayê. Li Almanyayê dest bi têkoşînê kir, heta bi heta…  Daeşhê şeş birayên wê, dêya wê, merov  û gundîyên wê kuştine. Ne tenê mirov û mîrasa kulturan, cîh û warên çandan xerakirin.​

Nadiya Murad, xizm, cîran, merov û piraniya malbata xwe û dêya xwe wenda kir, lê stûyê xwe xwar nekir û bejna li ber Daeşhê netewand. Gava ku Daeşhê heqaretê lê dikirin, didan bin lingan, dixwestin bi rûmeta wê bişikênin, destdirêjî kirin û destên xwe yên gemarî bi can, beden û laşên wê dan. Niha wê bêrîya xwişk, bira, cîranên xwe û merovên xwe kirîye û ew dixwaze wan hembez bike. Lê hê jî, Daesh ne qedîyaye… ​

Xelata Nobelê ya Aşitîyê dan Nadia Murad û Denis Mukwege´yî ji bo xebatên wan ên li dijî şîdeta cinsî di şerî de û nakokiyan. Bi mizgîniya xelatê ve hêstir weke dilopên baranê ji çavên Nadia Murad´ê dibarîyan.​

Partiyên Swêdê​

Dawetname ji bo partiyên Swêdê rêkirine, lê  Serokê Partiya SwêdDemokrat “SverigeDemokrater” Jimmie Åkersson nehatiya dawetkirin. Ji ber ku ew partiyeke nijadperest e. Ronakbîr û kesên mirovhez daxwaz ji amadekar û rêvebirên merasîma Nobel´ê birin ku ew dîktatoran dawetê merasimê nekin. Gava ku Nadiya hatibû Stockholmê, xelqê dixwest ku xwe nêzikê wê bikira û wê nas bikira. ​

Di wê demê de Nadiya Murad dilşiketî bû. Dêya wê û şeş birayên wê ji hêla daeshê ve hatine kuştin.  Êzîdî di rewşên herî dijwar de dijîn. Xelata Aştiyê ya Nobel ji bo kesayetiya Nadiya Murad, êzidiyan û hemû Kurdan baş e. ​

Pirtûkên Nadia Murad: Pour que je sois la derniere, Last Girl​

Balkêşî: Blamour Award for The woman who Stood Up to ISIS, Nobels fredspris.​

Amadekar: Maruf Yilmaz

lêkolîner, nivîskar û mamosteyê kurdî​

05-12-2018​

Çavkan:​

1. Aftonbladet ”Den Mukwege och Nadia Murad får fredspriset”, 2018, 5 oktober​

2. Expressen ” Vem är Nadia Murad och Denis Mukwege?” 2018, 5 oktober​

3.Metro, Nobels fredspris går till denis Mukwege och Nadia Murad” 2018, 05 oktober.​

SvD, 2018, 4 oktober ”Nadia Murad i tårar  efter beskedet: ”Är överraskade”​

Balkêş e ?
Close
Back to top button