CîhanPolîtîk

Divê cîhan ji daxwazî û îradeya gelê Kurdistanê agahdar be

Serok Barzani hevdîtinali gel balyoza Norvec li Iraqê da xûyakirin ku, gelê Kurdistanê dema minasib ji bo referandumê diyar dike ne xelekek din.Roja pênçşem 03.08.2017 li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê  Kurdistanê pêşwaziya xanima Sîsêl Birêyî Balyoza Norwêç li Iraqê û şandekî li gel kir.Li hevdîtinê de Balyoza Norwêç li Iraqê ku ji bo dawî hatina bi erka xwe serdana Serok Barzanî kiribû, spasî gelê Kurdistanê kir ku bi sing firehiyê ve mîhvandariya sedan hezar koçber û lêqewimiyan kiriye û eve jî xisterû ku Herêma Kurdistanê ji bo welatê wan pêgehekî xwe yê taybetî heye û welatê wan dixwaze peywendiyên li karubarê mirovî û aborî de pêşbixin. Li beşekî dinê axaftina xwe de behsa nîgeraniyên welatê xwe ya di derbarê qonaxa piştî azadkirina Musilê û gefên wê qonaxê kir. Di derbarê biryara referandûma li Herêma Kurdistanê Balyoza Norwêç li Iraqê wê yekê xisterû ku Norwêç bi tevahî ji daxwazî û dîrok û êşên gelê Kurdistanê têdigihe û hêvî jî xwest ku bi diyaloga li navbera Hewlêr û Bexdayê de aramî pêkbê û palpiştiya welatê xwe bi taybetî li warê hevkariyên mirovî yên ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir.Li beranber da Serok Barzanî li erk û karên wê de hêviya serkeftinê ji bo Balyoza Norwêç li Iraqê xwest û spasî hevkariyên welatê Norwêçê kir û amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Norwêçê ragihand.Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî ronahî xiste li ser şerê Da’îş û qonaxa piştî azadkirina Musilê û ragihand ew sedemên bûne geşbûna Da’îşê hê jî mane, ji bo wê yekê metirsiya serhildana diyardeyeke heman awayê Da’îşê li holê daye û eve jî xisterû ku ji bo rûbirûbûna terorê hewlekî niyazpakaneya hemû aliyan pêwîste û li gel ewe da jî pêwîste şerê hizrî û aborî û civakiya terorê jî bê kirin.Di derbarê referandûm û mafên gelê Kurdistanê de, Serok Barzanî ragihand ku yekgirtina Kurdistanê li gel dewleta Iraqê arzûmendane buye ew jî bi merca bi cîhkirina şeraket û bingehên destûr û ji bilî wê yekê gelê Kurdistanê hate jenosayd kirin û êş li ser da hate sepandin, li qonaxa piştî 2003 şeraket û tewafuq û destûr hate binpêkirin û ji bo rêgirtina li dûbarebûna ezmûna şikestxwariya berê gelê Kurdistanê biryara referandûmê daye. Her wiha eve jî dûpatkir ku pêwîste cîhan agahdarî daxwaz û îradeya gelê Kurdistanê bê. Biryara referandûmê biryareke tê bi cîhkirin û paşve vegerana wê tûne. Eve mafekî xwezayî û asayî ya gelê meye û tenê gelê Kurdistanê jî biryar dide ku çi demek guncawe ji bo referandûmê neku xelkeke din. 

Back to top button