Şandeya Herêma Kurdistanê serdana Serok komar dike
Şandeya Herêma Kurdistanê li duyemîn roja serdana xwe ji bo Bexdayê li roja Sêşem 30-8-2016 bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Fuad Mesûm Serok Komarê Îraqa Fedreal kir.Di civînê de ku Firyad Ruwandizî Wezîrî Kultûra Îraqê amade bibû, Serok Komar kêfxweşiya xwe ji bo serdana şandeya Herêma Kurdistanû ji bo Bexdayê û civîn û hevdîtinên tevî berpirsên Bexdayê nîşanda.Amaje bi vê yekê jî da ku danûstan û hevdîtin gelek bi kêr dibin, ku bi vê awayê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê dihên çareser kirin û hêvî xwest serdana şandên Herêma Kurdistanî ji bo Bexdayê berdewam bin û hemahengiya navbera her du aliyan bihêztir bibe.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya nirxandin û têbînî yên Serok Komar kir derbarê hevdîtin û civînên şandeya Herêma Kurdistanê tevî berpirsên Bexdayê. Her wiha kurtiyek derbarê civînên duh û îroyên şanda Herêma Kurdistanê digel berpirsên Îraqê pêşkêş kir. Amadeyî ya Herêma Kurdistanê jî nîşanda ji bo berdewambûn li ser danûstan û hevdîtinên navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo çareser kirina hemû pirsgirêkên navbera her du aliyan.Li dawiyê jî her du aliyan behsa rewşa deverê , Îraq û Herêma Kurdistanê, bi tayebetî rewşa siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê kirin.
Nêçîrvan Barzanî û Eyad Elawî rewşa Îraqê dinirxînin
Li dawîn roja serdana xwe ji bo Bexdayê, şandeya Herêma Kurdistanê roja Sêşem 30-8-2016 bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê Eyad Elawî Serokê Bizava Wîfaqa Nîştimaniya Îraqê pêşwazî jê re hate kirin.Elawî bi xêrhatina Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re kir, ku her du aliyan bal kişandine ser dawîn pêşhatên şerê dijî terorê, rewşa siyasî, pirosêsa siyasî û pêşeroja wê.Her wiha behsa amadekarî ji bo opersiyona rizgarkirina bajerê Musilê kirin û ji bo vê yekê jî pêdagirî li ser alîkarî û hemahengiya navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê û hevpeymaniya navdewletî û pêkhatiyên Musilê kirin, bi taybetî giringiya ji hev têgihiştina gişt alî ji bo gonaxa piştî rizgarkirinê li warê siyasî û revebirinê.Her du aliyan amaje bi metirsyên piştî rizgar kirina Musilê dan û pêdagirî li ser vê yekê kirin ku ji nav birina hizra tundreviyê li deverê, tenê bi rêya serbazî nabe û pirosêsa siyasî li Îraqê pêwîstî bi vê yekê heye ku nûneratiya hemû aliyan bike û hemû pêkhatiyên Îraqî di nava pirosêsa siyasî de bin û têde cihên jêhatên xwe vebînin.Her di vê civînê de behsa pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayî hate kirin û her du aliyan pêdagirî li ser vê yekê kirin ku çareser kirina pirsgirêkan di berjewendiya tevahiya Îraq û Herêma Kurdistanê de ye û ji bo vê yekê jî divê bi cidî danûstan navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federala Îraqê destpê bike û hemû pirsgirêk û forma têkiliyên navbera her du aliayn bi rêya aştiyane û ji hev têgihiştinê bihên çareser kirin ku di qazanca Bexda û Hewlêrê de be.
Naveroka civîna şandeya Herêma Kurdistanê û serokê parlamentoya Îraqê
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şandeya pê re, di duyemîn roja serdana xwe ya bo Bexadyê de, roja sêşemê 30.08.2016ê digel Selîm Ciburî serokê parlamentoya Îraqa federal û hijmareke serkirdeyên aliyên Sune ku, ji Zafir Anî û Talib Memurî ji lîsteya Mutehîdun û Mihemed Temîm ji Bereya Hîwar û Mihemed Kerbulî ji Tevgera Hel pêkhatibûn civiya.Di civînê de behsa pirsa azadkirina bajarê Mûsilê ji bin destê terorîstên DAÎŞê û paşeroja bajêr hat kirin û her du aliyan tekîd li ser wê yekê kir ku her çiqas biryara azadkirina Mûsilê têkelî bi her du hikûmetên Kurdistan û Îraqê ve heye, lê divê xelkê Mûsilê jî di operasyona azadkirina bajêr de beşdar be û bi hevahengiya hemû aliayn be. Ji ber ku azadkirina bajêr jibo hemû aliyan giringe.
Rewşa giştiya Îraqê, têkeliyên navbera Herêma Kurdistan û Îraqa federal û paşeroja wan têkeliyan di civînê de hatin behis kirin. Di vî warî de şandeya Herêma Kurdistanê ji berpirsên îraqî re diyar kir ku têkeliyên herêma Kurdistanê bi Îraqê re di vê çarçoveye heye de nikare berdewam bin û divê çarçoveyeke nû jê re bê dîtin daku bikare berdewam bin û li ser bingeke nû paşeroja têkeliyên Bexda û Hewlêrê bên avakirin.Di civînê de behsa kar û pirsgirêkên parlamentoya Îraqê hat kirin û her du aliyan hêvî kir ku, hemû pirsgirêk bi rêyên qanûnî bên çareser kirin û hevahengiyeke baştir di navbera aliyên parlamentoya Îraqê digel herêma Kurdistanê de hebin.