CîhanPolîtîk

Çîn ber bi Kurdistanê ve tê

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Chin Wu Balyozê Çînê li Îraqê û şandeka dîplomasiya pê re kir.Balyozê çînê kêfxweşiya xwe ji bo yekem serdan û pêşketinên Herêma Kurdistanê li hemû waran nîşanda û spasiya piştîvanî û hemahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî Konsulxaneya welatê xwe li Hewlêrê kir.Amadeyî ya welatê xwe jî  ji bo alîkarî kirina Herêma Kurdistanê li warên bazirganî, avedankirin, teknîkî, rahênan, mirovî, xwendina bilind, ragehandin û straktura abûrî nîşanda, ku ji bo vê yekê digel aliyên Herêma Kurdistanê danûstanê dikin.Li pareka din ya axaftina xwe, egîdiya Pêşmerge li hember êriş û metirsiyên terorê û ji nav birina pîlanan giring nirxand û piştgîriya welatê xwe ji bo gel û pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li şerê dijî terorê nîşanda.Serokwezîr  spasiya vê serdanê û hikûmet û balyozxane û Konsulxaneya Çînê kir ji bo hemahengî û alîkarî kirina Herêma Kurdistanê. Her wiha amadeyî ya hikûmetê nîşanda ji bo hemahengî digel Çînê ku welatekê mezin û bihêzê abûriya cîhanê ye, ji bo sûdwergitin ji pisporî û ezmûna dewlemenda vî welatî.Pêdagirî li ser vê yekê jî kir ku hemû asankariyekê dike ji bo weber anîna Çînê li warên enerjî, straktur û ragihandin û rê û her wiha warên hemahengiya siyasî û şerê dijî terorê, ku asayşa deverê bihê parastin û metirsyên terorê li ser cîhanê nemîne.Her du aliyan pêdagirî li ser vê yekê kirin pêwîste aliyên peywendîdar ji her du aliyan li demekê nêzîk ji bo babatên behskirî kom bibin. 

Back to top button